Qetilkirinên jinan nayên normalîze kirin… (BEŞA 3)

08:46

Di cîhanê de lênêrîna jinê…


ROHAT EMEKÇİ/JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hîndîstanê jin li her qadê tên tecawîz kirin û dibin pergala baviksalarî de têkoşîna jiyana didin. Tecawîzên ku ji ber statuya nizim ya dane jinê, biryerên cıvata gund, valehiyên di pêkanînên hiqûqî de,  dinav civakê de ne wekheviya cinsiyetan û ji ber normên çanda herêmî, jin bi tecrubeyên xwe yên parastina rewa ber bi lêgerînên cuda ve diçin. Di welatê ku dinava 20 salan de 10 milyon keçên ku berê bên ser dinê tên kurtajkirin ku bi navê  'Cîneyata cenîn' tê zanîn jin xwe bi rêxistin dikin û li hemberî tecawîz û çanda qirkirinê berxwe didin.


Li Hîndîstanê ku di cihanê de di aliyê nifusê 1,2 mîlyar û duwemîne her 18 saetan jine rastî tecawîz yanjî tacîzê tê. Jin li vî welatî bi tirsa ku dê bên kuştin yan jÎ dê rastî tecawîzê bên têkoşîna jiyanê didin. Jin di nava kolanan, li meydana gund, di otobusan de, li dibistanan, di riya ma de û lig elek cihên din dibin qurbanê çanda tecawîzê. Aktivîstên Mafê Mirovan ya Hîndîstanê diyar dikin ku heta statuya nizim ya ji bo jinê hatî dayîn û heta koka biçûkxistinê neyê kolndin dê qanûnên nû yên hişk jî têrê nakin û divê ev çand bê guhertin.


Mirina jina ku rastî tecawîzê hat


Berê salekê xwendekara Fakulteya Tibê ku rastî tecawîza komî hat û jiyana xwe ji dest da, bu sedem ku bala civakê bikişîne ser bûyerên tecawîz û sucên din yên cînsî. Mirina jina ku rastî tecawîzê hat, bi hêsinan lêxistin û ji otobusê hat avêtin bû sedema nerazîbûnên gel. Hikûmetê piştî protestokirinan cezayên sûcên destdirêjiyên zayendî zêdetir û girantir kirin.


 'Paytextê tecawîzan'


Li aliyê din 'paytextê tecawîzan' Yenî Dehlî gelek jin bêy gaza bîberê ji mal dernakevin û her tim hişyar tevdigerin. Jinên ku endîşeya ewlehiyê dikin ji bo xwe bi parêzin diçin qursên mîna boks û tekvandoyan. Li Hîndîstanê ji ber tacîz û tecawîzan jin xwe bi rêxistin dikin û komeleyan vedikin.


Tecawîzên ku hatine ji bîr kirin…


Li Yenî Dehlî zaroka 10 mehî rastî tecawîza ciranê xwe hatî, dîsa zaroka 18 mehî ya ku rastî tecawîzê hatî û avêtin ser riya Kolkatayê, keça 14 salî ya li qereqola polîsan a Utar Pradeşê rastî tecawîzê hatî û hat kuştin, dîsa li Hovrayê zilamê ku alîkarî day kesên ku bi awayekî komî tecawîzê hevjîna wî kirin û li Haragpurê dayika 65 salî rastî tecewîzê hatî ev bûyerên ku wekî wehşetê tên jiyan kirin tên ji bîr kirin. qurbanên tecawîzan ji bo berpirsyar bên cezakirin dikevin ser riyek dirêj û bi tenê tên hiştin. Gelek caran jî edalet nayê bicih. Bûyera herî bi êş bûyera hemşîreya bi navê Aruna Shanbaug ya li Mumbaî yê ye. Aruna ya 25 salî di 23'yê sala 1973'yan de li nexweşxaneya ku lê dixebitî rastî tecawîza karkerê paqijiyê yê bi navê Sohanlal Bharta Walmîk hat, xwest bi xeniqîne û terkî mirinê hatibû kirin. Aruna ji mirinê xilas bû û 39 sale bi awayekî nebatî (bitkisel hayat) jiyan dike. Kesekê nasnake, na axive û nikare hereketên bingehîn ji bike.


Tecawîza ku rûyê hindistanê sor dike…


Dila 2003'yan de li taxa Sîrî Fort ya başûrê Yenî Delhiyê dîplomata îsveçî ya 28 salî ji aliyê du zilaman ve bi wesayîtekê hat revadin û rastî tecawîza zilamekê. Ji ber tecawîza dîplomata jina îsveçî Hindistan tek rewşek zehmet de. Jina dîplomat diyar kiribû ku kesê ku ew tecawîz kiriye bi îngilîzî diaxivî û heta wê li ser çanda Hindistanê pêre gotobêj kiriye. Di sala 2004'an de li Manîpurê jina binavê Manorama Assam ya 32 salî bi hinceta ku Assam alîkarî daye kesên cudakar ji aliyê yekîneyên leşkerî ve ji mala wê hat ragirtin, piştî çend saetan cesedê wê ku bi awayekî hovane hatiye parçekirin li ber rê hat dîtin. Di sala 2002'yan de di arperîna li Gujaratê de jinên misliman bûn hedefa tecawîzên komî.


Heyeta Gund: Bi keyfa xwe bikin


 Li Hindistanê meclîsên gund gelek caran biryarên li dijî debû nerîtan didin û biryara mirina cotkaran didin. Li gundê Bengalê ya rojavayê Hindistanê 13 kesan bi biryara heyeta gund tecawizê jinekî ciwan kirin. jina 20 salî ji ber ji kesekî ku ne ji civaka wane hezkir rastî vê wehşetê hat.  Li gorî polîsên herêmê li gundê Subalpur ya eyaleta rojavayê Bengal yê paytextê Kalkuta yê jinek 20 salî dema bi kesekî ku ne ji civaka wane tekîlî dana ji aliyê şefê gund ve tê girtin û acîl civîn xwest. Jina ciwan û hezkiriyê wê jî vedixwin civînê. Piştî ku jina ciwan û hezkiriyê wê bi darên cuda ve tên girêdan, ji ber 'têkiliya zayedî' hatin cezakirin û ji her yekê cezayê 25 hezar rupî tê dayîn. Polîsan diyar kirin k udi civînê de malbata jina ciwan jî amade bû û gotine ku ew nikarin vî pereyî bidin ji ber wê cezayê tecawîzê ji jina ciwan hat birîn. Malbata der barê heyetê de gilî kir û di îfadeyên xwe de wiha gotin: "Serokê heyeta gund got ku 'Malbat vî pereyî nade. Biçin bi keyfa xwe bikin. Heyeta ku ji rusipiyên gund pêk tê li başûrê Hindistanê bandorek mezin ya wan li ser jiyana civakî heye.


Dadger bi hincetên vala cezayên sivik didin tecawîz karan


Li herêma Keşmîr û bakurê wê ku dibin rêveberiya Hindistanê deye, hêzên ewlekariyê, ji bo hemû civakê ceza bikin tecawîzê weke çekekê bi akartînin. Herêma Keşmîr piştî gulana 2009'an de du jinên ciwan dema devera Şopîanê rastî tecawîza polîsan hatin û hatin kuştin 47 rojan bibû cihê xwepêşandan û protestoyan. Sonî Sorî ya ku bi hinceta qasidî ji Maocularên Çattîsgarê re kiriye di cotmeha 2011'an heta niha di girtîgehê deye. Sonî Sorî di dadgeha bilin de diyar kiribû ku hatiye tecawîz kirin. Dadger bi hincetên vala cezayên sivik didin tecawîz karan.


Keçên ku mirî tên dinê!


Li gorî hesabên Ekonomîst Dr. Amartya Sen yê ji Hindistanê di sala 1986'an de li Hindistanê de 37 milyon jin windane. Neteweyên Yekbûyî diyar kir k udi sala 2008'an de li Hindistanê hêjmara jinên winda gihiştiye 62 milyonî. Di cihanê de li gorî nafusa jin û zilaman, li hemberî 100 zarokên keç 103 yan jî 106 zarokên kur hene. Lê li Hindistanê ev hejmer derdikeva 132'yan. her wiha li welat di 20 salên dawî de 10 milyon zarokên keç berê ku bên dinê tên kultaj kirin.


Zarokên kur weke domandina nifş tên dîtin


Li Hindistanê di kanuna 2006'an de Rita Banerjî kampanyaya bi navê '50 jinên winda' da despêkirin. Rita Banerjî diyar dike ku cinayetên tên kirin tên binavkirin, di civakê de bûye wekî kevneşopiyekê û çand û sûc tevlihev bûne. Li Hindistanê ji ber ku malbat zarokên kur tercîh dikin hêjmara jinên winda zêde dibe. Zarokên kur weke domandina nifş tên dîtin û zarokên keç jî weke kesek mêvan tê dîtin. Gotinek pêşiyan ya Hindistanê dibêje 'Xwedîkirina zarokek keç, dişibe avdana bexçeyê cîran' ji ber vê nêrînê ger zarok keç be tê kultaj kirin. Rêxistinên jinan ji vê re dibêjîn 'cînayeta Cenîn'. Di sala 1994'an de diyarkirina cînsiyeta zarokan hat qedexekirin. Ji ber vê welatiyên feqîr ji ber ku kultaj bihaye piştî zarok hat dinê dema keç be dikujin. Ji kenê zarokên keç re 'Kurîmar' yanî tê wateya di bîdonê şîr de fetisî tê gotin.


Erka komeleya WPC jî parastina jinan


Yek ji komeleyên herî girîng ya jinan li paytextê Hindistanê Delhî yê ya binavê 'Komeleya Jinên dibin Xeterê Dene' (Women In Distress Union) ye. Ev komele xebatên xwe li navneteweyî, herêmî û kadî de dimeşîne. Avakarê komeleyê  Women Power Connect'in (WPC) ku ji 1500 saziyên sivîl pêktê ye. Ev komeleya ku felsefeya xwe ji femînîzmê û ji fikrên sosyala demokratîk digire di sala 1983'yan de hat avakirin. Di sala 1990''i de piştî ku têgeha ku her du cinsan digire nava xwe derket holê komelê xebatên xwe li ser zayenda civakê û mafê mirovan dan meşandin. Erka komeleyê jî parastina jinan, bi hêzkirina jinan, xwedî li mafê bingehîn yê jinan derketin, di perspektîfa zayenda civakî de mafê jinan parastin bû. Di xebatên komeleyê de mijarên weke şîdet, şîdeta dinava malê de, tacîz, tecawîz, êrîşên zayendî, di temenê biçûk de zewicandin, ticareta mirovan, cinayetên ku di çanda Hindistanê de, beriya dayikbûnê hilbijartinên zayendî, ji ba zewacê ferzkirina cihaza bukê li ser jinan hene.


Di her 18 saetan de tecawîzek


Di lêkolînên ku hatine kirin de ji bo jinê cihê herî xirap Hindistane. Li gorî daneyên fermî li Hindistanê her 18 saetan jinek tê tecawîzkirin. Di bûyerên tecawîzê de tecawîrkar nayê girtin. Di sala 2011'an de li Yenî Delhî yê 568, li Mumbaiyê  218 hatin tecawîz kirin. ger ku wiha tê gotin jî lê rêxistinên jinan diyar dikin ku hêjmar zêdetire û ji ber jin ji ceza û afarozê ditirsin bêdeng dimînin.


Ji %99.3 jinên Misirê  rastî tacîzê tên


Ji %99.3 jinên Misirê  rastî tacîzê tên û ji %91' jî tên sinet kirin. di polîtîkayê de cihê jinê tuneye. Di parlamentoya Iraqê de parlementerên jin cih nagirin. Li Iraqê ji bo jin pasaportê bigire divê belgeyek ku mirovekê wê yê zilam izin dabe bibe ji bo pasaportê. Li Erebîstana Siudî bi qanûnan ajotina wesayîtan ya jinan hatiye qedexekirin. Li vî welatî tecawîz û êrîşên zayedî 'Zîna' tê dîtin. Li Yemenê ji %53 keç destur nayê dayîn ku biçin dibistana seretayî. Ji hezaran 2 jin di dema zayînê de dimirin.


Jinên kurtajê dikin rastî 7 sal ceza tên


Li Sudanê li gorî qanûna keç di 10 saliya xwe de dikarin bizewicin. Ji her 30 jinan 1 di dema ducaniyê de jiyana xwe ji dest didin. Li Sudanê ji hezaran 7.3 jin di dema zayînê de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî qanûnên Lubnanê kesê ku tecawîzî jinekê bike mafê wî yê bi wê jinê re bi zewice heye. Jina ku bêy qanûnan kurtaj bibe 7 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.


Li kampên Somaliyê 1200 jin rastî tecawîzê hatine


Ji ber şerê navxweyî yê Samaliyê di sala 2012'an de ji ber di dema zayînan de gelek jin mirin di cihanê de herî zêde mirinên jinan li wê çêbû. Ev jî ji %1.2'ye. her wiha li gorî rapora ku hatiye amadekirin li kampên Somaliyê 1200 jin rastî tecawîzê hatine.


Li welatê Cîbutîbu der barê tacîzan te tu qanûn tunene. Ji %93 jin rastî sinetê tên.


Li Bahreynê ji %33'ê jin rastî şîdeta dinava malê de tên.


Li Maurîtîusê ji %9'ê jin ji kontrola zayînê agahdarin. Ji %69 jin di dema 1 mehî de tên sinet kirin.


Li Emaretên Erbî bêy ku bizewicin zarok çêkirin dibe sedema girtinê. Li gorî qanûna jin nikarin bi kesekî ne misliman be re bizewicin û qedexeye.


Li Lubnanê li gorî wezareta karên civakî jinên Lubnanî zewaca bi zilamên biyanî re heta demekê paş xistine. Ji %99 jin rastî şîdeta nav malê tên.


Li gorî Qanûna cezayan ya Fasê jin nikarin zilamên xwe terk bikin û qedexeye. Jinên di temenê 15-49 salî de ji %44'ê wan xwendin û nivîsandinê nizanin. Li welat ji %10 zewac dibin temenê 18'yî dene.


Di qanûnên Cezayîrê de cezayê tecawîza hevjînî tuneye. Di 14 cotmeha 2012'an de li Cezayîrê di êrîşên zayendî de tenê kesekê ceza girtiye.


Di 12 kanuna 2012'an de di dîroka Tunusê de cara yekenîn ji bo şideta li nav malê xeta acîl ya alîkariyê ket xizmetê.


Li Katarê ji bo jin belgeya ajokariyê bigirin pêwîste hevjînê wan izin bide û belgeya izinê jî bide hevjîna xwe. Her sal nêzî sed hezar jin ji ber ne zewicî zarokan tînin dinê tên girtin.


Dema jinek ya Urdunî bi zilamekê biyanî re bizaewice, hem hevjînê wê hem jî zarokên wê nabin hemwelatên Urdunê.


Li Kuveytê qanûnek ji bo şîdetê zayendî tuneye. Tecawîza bi zewac suc nayê hesibandin. Ji bo jinan temenê zewacê 15 saliyê û ji bo zilaman jî 17 salî ye.


Li parlementoya Ummanê tenê ji %1.2 jin hene. Li vî welatî zilam dikarin ji ber sedemekî hevjîna xwe berde, lê jinek dema xwest dest ji hevjînê xwe berde divê 8 sedeman diyar bike.


Di Parlementoya Komorê de ji %3 jin hene. Temenê zewacê yê herî biçûk 18 salî ye. Rola jinan ya di aboriyê de ji %35'e. Mirinên jinan yên di dema zayînê de ji %0.28'e. Şîdeta li hemberî jinê jî ji %50 ye.


QEDIYA...


(aw)