Leyla Sime Durmaz: Emê hêviya xwe ya aştiyê biparêzin
11:34
Bêrîtan ELYAKUT / JINHA
AMED- Girêdayî pêvajoya muzakereyan ya di Newroza 2013’an de hatî despêkirin, çêkirina qereqolan û serhildanên gel Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan ya amida yê Leyla Sime Durmaz axivî. Leyla diyar kir ku dewlet bi çekê bersîv dide berxwedana gel û got: “Bê guman weke Birêz Abdulah Ocalan gotî emê hêviya xwe ya aştiyê biparêzin. Ji bo berdewam kirina pêvajoyê çî ji destê me bê emê bikin. Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye û aştî ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên li Tirkiyê dijîn pêwîste. Ji ber wê jî divê pêvajo baş bê têgihiştin û xwendin.”
Di Neweroza Amedê ya sala 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve pêvajoyek ya çareseriyê hat despêkirin. Pêvajoyê ser hemû kesîmên civakî bandorek mezin da çêkirin. Lê ji aliyê hikumetê ve bi çêkirina kalekol û qereqolan pêvajo berdewam dike. Lê hemberî helwesta wan jî serhildanên gel bilind dibin. Girêdayî pêvajoya muzakereyan ya di Newroza 2013’an de hatî despêkirin, çêkirina qereqolan û serhildanên gel Koordînatora Navenda Şêwirmendiya Jinan ya amida yê Leyla Sime Durmaz nirxandin kir. Leyla da zanîn ku hikumeta AKP’ê dibin navê pêvajoya çareseriyê de amadekariyê şer dike û wiha got: : “Pêvajoyek ya çareseriyê heye. Em li ser wê pêvajoyê di ramin û lêhur dibin. Lê ji der ve priatîkên ku tên dîtin pir cudane.”
‘Bertekên gel li hemberî çêkirina kalekolan pir xwezayiye’
Leyla anî ziman ku gelê Lîcê ji ber li hemberî çêkirina qereqolan derketin rastî komkujiyan hatin û wiha domand: “Pêvajoyek ya çareseriyê heye. Em li ser wê pêvajoyê di ramin û lêhur dibin. Lê ji der ve priatîkên ku tên dîtin pir cudane. Hikumeta AKP’ê him aliyek yê pêvajoyê û hem jî li her çar aliyên herêm Kurdistanê qereqolan çêdike. Ev rewşane çiqasî hev digirin ji xwe di pratîkê de derdikeve.”
‘Bertekên gel yên li hemberî çêkirina qereqolan pir xwezayîne’
Leyla balkişand ser pratîkên hikumetê yên salên 90’î û wiha berdewam kir: “Di salên 90’î de hikumetê gotinên weke ‘Tenê gundek yê me jî bê rê namîne.’ Dikir. Lê tenê rê ji bo çuyîna tangan û domandina şer vekir. Hemû gund valakirin tenê her tuşt ji bo şer amade kir. Lê gel van hemû tuştên hatîn kirin. Êdî gelê kurd di ferqa tuştên tên kirindaye. Bi şer çî dibe êdî gelê kurd di ferqa wêdene.” Leyla bertekên gel yên li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan pir xwezayî dibîne.
‘Hişmendî û rola hikumeta AKP’ê talankare’
Leyla wiha berdewamî da axaftina xwe: “Hikumeta AKP’ê ji bo hilbijartinên Serokomariyê û giştî pêvajoyê dirêj dike. AKP polîtîkaya xwe ya şer berdewam dike.” Leyla bilêv kir ku hîna şêwaza AKP’ê ya ‘Jin be zarok be ya pêwîst dê hêzên me yên ewlehiyê bikin’ nehatiya xwer û got: “Li aliyekê li gel malbatên ji bo zarokên xwe yên çuyîn çiyê runiştîn weke ku dê şertên jiyanê başke ji bo vegera zarokên wan. Li aliyê dinê jî zarokê ku ala wan daxistî ewqas mezin dike. Bi gotinên weke ‘Destê nêzî alaya me bûyî dê bişkê’ dikin. Hîna ev helwesta wan ya du alî nayê têgihiştin. Ev helwesta wan baş dide nîşandan kul i ser zarokan û giştî gelê kurd palîtîkaya şer û tunekirinê berdewam dike.”
‘Divê êrz bê nîşandana çalakiyên gel’
Leyla hevîdinên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên kirin jî wiha nirxand: “Bê guman weke Birêz Abdulah Ocalan gotî emê hêviya xwe ya aştiyê biparêzin. Ji bo berdewam kirina pêvajoyê çî ji destê me bê emê bikin. Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye û aştî ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên li Tirkiyê dijîn pêwîste. Ji ber wê jî divê pêvajo baş bê têgihiştin û xwendin.” Leyla anî ziman ku niha serhildanên gel weke şerê PKK’ê dibînin û wiha got: “Divê rêz ji serhildanên gel re bên girtin. Ez bawer dikim ku Rêberê gelê kurd jî wiha difikire. Dê gel axa xwe bigirin û parastina xwe ya rewa bi xwe pêşkbixin. Ji b ovan serhildanan pêdivî bi qomutanan nîne, serhildanek hevpar heye.”
(zt)

