2 nûçegihanên DÎHA'yê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin
11:45
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Antalya û Rihayê nûçegihanên DÎHA'yê Dîlan Çelîk û Feyyaz Îmrak jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.
Li Antalyayê polîsan saetên serê sibê bi ser malên xwendekaran de girtin û di serdegirtinan de nûçegîhanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak û xwendekarên bi navê Amed Aydin, Sînan Tan, Denîz Yildiz û Dîlan Demîr hatin binçavkirin. 5 kesên ku hatin binçavkirin birin midûriyeta emniyetê a Antalyayê û tê gotin, dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêde bibin.
Li navçeya Heweng ya Rihayê nûçegîhana DÎHA'yê Dîlan Çelîk û welatiyê bi navê Hasan Taş hatin binçavkirin. Ji bo sedema binçavkirinê agahî nehatin girtin. Dîlan Çelîk û HasanTaş birin midûriyeta Emniyetê. Saetên serê sibê Hasa serbest hat berdan. Tê payîn ku di saetên pêş de nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Dîlan Çelîk, sewqî dozgeriyê bikin.
(zt)
