Ji Sisi fermana li hemberî tacizê tekoşîn

17:18

JINHA


MISIR – Serokomarê Misrê Sîsî çu serdana jina ciwan ya ku li Meydana Tahrîr hat tacîzkirin û li nexweşxanê tê tedawîkirin. Di dema serdanê de Sîsî got: “Ji ber ku ez ji bo we û hemû jinên Misrê gelek xemgînbûme ji bo vêyekê bêjim hetime li vêderê. Ez ji we û hemû jinên Misrê lêborîna  xwe dixwazim.”


Di şeva yekşemê ya derbasbûyî de li Meydana Tahrîr ya Paytexta Misrê Qahîreyê jinek ciwah hatbû tecawîzkirin. Niha li Nexweşxaneya Leşkeri ya El-Hulmiyye de tedawiyê dibîne. Jina ciwan di 8’ê hezîranê dema pîrozbahiya Serokomar de hat tecîz kirin. Di pîrozbahiya ku Serokomarê Misrê Sîsî û Wezîrê Parastinê Sidki Subhi jî têde amadebûn li hemû  TV yên fermiyên mirsrê de hatin weşandin. Sîsî deste gulek girti û çu serdana jina ciwan ya li nexweşxanê tedawî dibîne.


‘Ez lêborîna xwe ji bemû jinên Misrê dixwazim’


Sîsî ji jinên Misrê lêborîn xwest û wiha got: “Ji ber ku ez ji bo we û hemû jinên Misrê gelek xemgînbûme ji bo vêyekê bêjim hetime li vêderê. Ez ji we û hemû jinên Misrê lêborîna  xwe dixwazim.” Sîsî fermana di medyayan de û çapemeniyê de li hemberî tacîzê tekoşînê da. Sîsî banga di dadhan de cezayê giran bê dayîna tacîzciyan kir.   


 (zt)