Rojnamevan Kamuran Necim li Kerkukê jiyana xwe ji dest da

21:03

JINHA


KERKUK - Endamê sendîka Rojnamevanên Kurdistanê Rojnamevan Kamuran Necim Îbrahîm di şerê li  Kerkûkê de jiyana xwe ji dest da.


Hat zanîn ku dema Endamê sendîka Rojnamevanên Kurdistanê Rojnamevan Kamuran Necim Îbrahîm şerê li Kerkûkê ji nêz ve dişopane jiyana xwe ji dest da. Dema ku Rojnameger Kamuran li herêma Mela Ebdula ya girêdayî Kerkukê şerê navbera DAIŞ’ê û Pêşmergeyan de dişopand jiyana xwe ji dest da. Girêdayî mijarê hîna agahiyên berfireh negihane ber destê me.


(zt)