Ji Konservatuara Aram Tigran ê dengê zarokan bilind dibe
09:18
Şêrîn Hiso - Melek Yuksel /JINHA
AMED- Piştî xebatên salekê yên Zarokên Konservatuara Aram Tigran di 16’ê Hizêranê de derdikevin dikê. Ji Navenda Aram Tîgran Şêrko Kanîwar di derbarê perwerdeya zarokan de agahî diyar kir ku armanca wan ewe mûzîka kurdî têkeve nava giyana zarokan û got “Zarok di temenê xwe yê biçuk de kesayetiya xwe ava dikin. Heger mûzîka kurdî bi awayekî rast hîn bibin dê bandorê li avabûna kesayeta wan bikin. Lê dema ku zarok li mûzîkên mûzîka qirêj guhdarî bikin dê zerarê bide kesayeta wan.”
Li Konservatuara Aram Tigran ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 14'an de ye xebatek perwerdehiya mûzîkê bi awayekî akadîmîk tê dayîn. Bi giştî qasî sed zarok beşdarî perwerdeyê debin. Niha zarok amadekariyên konsera Orkestreya zarokan ya Rîtimên Xwezayî dikin. Orkestireya Rîtimê Xwezayî jî berî niha 8 salan hatiye avakirin. Ji Navenda Aram Tîgran Şêrko Kanîwar di derbarê perwerdeya zarokan de agahî da û wiha got: “Her sal hejmarek mezin zarok serî li konservatuarê didin. Em neçar dibin ji nava wan zarokên ku dikarin giranbûna perwerdeya akademîk ya mûzîkê hilgirin hildibijêrin. Em her sal 30 zarokan hildibijêrin. Di hefteyê de 2 rojan şemî û yek şeman zarok ji saet 10.30’an heta 03.30’an perwerdeyê dibînin.”
‘Armanca me ewe ku zarok ji muzîk û xwezayê hes bikin’
Ji bilî perwerdeya akadîmîk ji bo hemû zarokên serî li Konservatuara Aram Tigran didin û dixwazin di nava çalakiyek mûzîkê de cîh bigrin despêkê perwerdeya Orkestraya Rîtimên Xwezayî heye. Şêrko Kanîwar da zanîn ku armanca Orkestireya Rîtimê Xwezayî ewe ku zarok ji xwezayê hezbikin û wiha axifî: “Orkestireya Rîtimê Xwezayî berî niha bi 8 salan hat avakirin. Armanca me ji ya avakirina Oekesterayek bi vî rengî ew e ku zarok hem ji xwezayê û hem ji hevdû hezbikin û li hevdû guhdar bikin. Zarok xwedî berpirsyarî bibin û bikarin bi hev re xebatên komî bikin. Di vê xebatê de niha nêzî sed û10 zarokan hene. Ev 4 mehe di hefteyê de hemû rojan zarok dixebirin ji ber demê derketina dikê nêz bûye. Cûdahiya Orkestraya Rîtimên Xwezayî temenê zarokan yê biçuke. Zarokên tevlÎ vê orkestirayê bibin ne mecbûrin ku temenê wan ser 7 salî re be. Zarokên 3 salî jî karin bibin endamê vê orkestirayê. Tenê zarok ji xebatên koma zarokan hez bikin û muzîk li guhê wan xweşbê bese. Ev jî bandorek erênî ser deruniya zarokan dike.”
‘Dengbêjî tayîbetiyek cudaye’
Endama Orkestireya Rîtimên Xwezayî Sariya Erteş ya 16 salî anî ziman ku tevlîbûna Orkestreya Rîtimên Xwezayî derfetek mezin dide zarokan û wiha got: “ Dema ku ez tevlî Orkestireya Rîtimên Xwezayî bûm min Mûzîka kurdî ji nêz ve nas kir. beşdarbûna min di min ya vê xebatê bû sedem ku ez hevalên nû jî nas bikim. Em li Konservatuara Aram Tigran waneyên xwe yê mûzîkê bi kurdî dibînin ev yek zimanê me yê kurdî jî pêşdixe. Ez bi kêf û coş waneyên xwe dibînim ji ber ku ez ji Mamoste û hevalên xwe hezdikim. Em ser dengbêjiyê jî dixebitin ji ber ku hunera kurdî bi dengbêjiyê ji nava hunera cîhanê tê cûdakirin û dengbêjî tayîbetiyek cudaye.”
‘Xeyal û hêza zarokan ya ramanê bê sînor dibe’
Şagirta Beşa Mûzîkê Buşra Qeretaş jî destnîşan kir ku Orkestireya Rîtimên Xwezayî ya ku estruman û awazên wê ji xwezê, ev jî hêza roman û xeyalan ya zarokan fereh dike û wiha axifî: “Di despêkê de Orkestireya Rîtimên Xwezayi ya zarokan ji bo min pir ecêb dihat. Ev orkestira jî enstirmanên wê ji tiştên ku me davêt çopê pêk tê. Zarok îro ji çopê û tiştê xwezayî mûzîkek xweş diafirînin. Bi vî awayî xeyala û hêza ramanê ya zarokan ji bo afrandinê bê sînor dibe.”
(Şh-my/zt)

