'Saraybosna ya ku çalakiyên aştiyê lê tê axaftin ABD’ê qirêjkir'
10:05
Zehra DOGAN/ JINHA
SARAYBOSNA – Aktîvîsta DOKH’ê Ayşe Gokkan girêdayî Çalakiyên Aştiya Cîhanê ya Navnetewî nirxandin kir û got: “Ez bûyîna Sponsorê Emerîkayê din ava Çalakiyên Aştiya Cîhanê ya Navnetewî de bê wate dibînim û li hemberim. Buyîna Emerîkaya şerxwaz ya sponsoriya aştiyê peyameke. Ev tê wateya Emerîka peyamên weke ‘Heger aştiyek cîhanî pêkbê wê cardin di bin rêveberiya min de pêkbê. Divê herî zêde jin vê peyamê bixwînin û li hember derkevin.”
Çalakiyên Aştiya Cîhaniya Navnetewiya bi boneya 1’emîn salvegera 1’emîn Şerê Cîhanê li Paytexta Bosna-Hersek ê Saraybosnayê hatî despêkirin bi dawî bû. Di çarçoveya Çalakiyên Aştiya Cîhaniya Navnetewi ji sedî zêdetir atolye, panel, konferans û forumên navnetwi yên maseyê glover li gel wan jî kampa ciwanan û çalakiyên çand û hunerê hatin li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyan de meşa jinan hat li darxistin. Din ava 4 çalakiyên navnetewi de bi mijara “militarizasyon, kiriminalizasyon û berxwedana jinan ya li hemberî şidetê” hatin organîze kirin. Di atolyeyan de jinên ku ji Balkanan, Ewrupa û jig elek welatên cîhanê hatîn ceribandinên xwe parvekirinin. Girêdayî çalakiyê Koordinetora Tirkiyê ya Meşa Jinan ya Cîhanê Yildiz Temel Turkan wiha axivî: “Di çarçoveya aştiya cîhanî de ez van çalakiyan giring dibînim. Lê çalakiyên hatin li darxistin bi aktîvîstên aştiyê yên ji çend cihên cîhanê hatî hinek lokal ma. Di van çalakiyan de divê li gel aktîvîstên aştiyê gelek welatiyên Saraybosnayê yên êş û jan kişandî jî beşdarbûn.
‘Spomsorbûna Emerîkayê mijara rexnekirinêye’
Yildiz diyar kir ku endamên Meşa Jinan ya Cîhanê di forumên civakî de cîh digirin û wiha got: “Em li hemberî şerê ku bi lez belav dibe jinan vedixînin ger ali hemû welatan jin aştiyê dixwazin. Di çalakiyek wiha ya aştiyê de sponsor bûna Emerîkaya her dem şer dixwaze mijarek ya şaşwaziyêye. Hemû beşdarvanên vê çalakiyê bi derfetên xwe beşdarbûn. Ji ber yên aştiyê dexwazin ji hatina vêderê û mesrefa zêde ne revîn. Lê pejirandina organîzatorê ya sponsorek wiha li hemberî me kirina şaşiyekêye.”
Meşa Jinan di 8’ê Adarê deye
Yelîz da zanîn ku dê di 8’ê Adara sala bê de meşa jinan despêbike û wiha domand: “Ez difikirim ji bo sînorê Emerîka bê dayîna zorê divê Meş Jinan ya Cîhanê ji Kurdistanê despêbike. Bi despêkirina meşê ji Kurdistanê ji bo bala hemû cîhanê bê kişandina ser hîna li Rojhilata Navîn şer berdewame ez giring dibînim.”
‘Gelê Kurdistanê aştiyê dixwazin dewlet jî şer dixwaze’
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê Ayşe Gokkan anî ziman ku çalakiyên aştiyê yên li Saraybosnayê despêkirî ji bo jinan gelek giringe û got: “Em weke jinên kurd dizanin jinên li vêderê bi sed salan din ava şer de çî kişandine. Ji bo ku jin wan travmayan derbaskin û carekedinê tuştên wiha neyên jiyan kirin me xwest em li vêderêbin. Dema ku em ketin rê hîna berdewam kirina şer li Kurdistanê em dan zorê lê hêviya me ya aştiyê jî zêde dike.”
‘Deshilatan sponsoriya aştiyê qirêj kirin’
Ayşe bilêv kir ku deshilatan sponsoribûna aştiyê qirêj kirin û wiha got: “Ez bûyîna Sponsorê Emerîkayê din ava Çalakiyên Aştiya Cîhanê ya Navnetewî de bê wate dibînim û li hemberim. Buyîna Emerîkaya şerxwaz ya sponsoriya aştiyê peyameke. Ev tê wateya Emerîka peyamên weke ‘Heger aştiyek cîhanî pêkbê wê cardin di bin rêveberiya min de pêkbê. Divê herî zêde jin vê peyamê bixwînin û li hember derkevin.”
‘Di salên 1992’an de tecawîzên sîstematîk pêkhatin’
Ayşe anî ziman ku Tevgera Jinên Azad û Demokrat giringiyek mezin didin Çalakiyên Aştiya Cîhanê ya Navnetewî ya Saraybosnayê û wiha domand: “Li vê derê di şerê cîhanê de û di dorpêça Saraybosnayê ya sala 1992’an de jinan êşên giran kişandine. Emê vê êşê parbikin û ser rawestin. Niha jî tecawîzên jinan ji aliyê leşkeran ve di dadgehan de zêde dibin. Lê ji bo ev tecawîzane bên pejirandin divê hem serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê û hem jî serî li dadgehên herêmî bên dayîn. Ev hişmendî şermek mezine. Di salên 1990’an de jinên li vê derê ji aliyê deshilatan ve bi sîstematîk hatine tecawîzkirin. Ev tevayî cîhanê dizane. Divê tecawîzkar bên dayîna axaftin, li hemberî wan bê derketin, ev mija bi qasî di dadgehan de dayîna pejirandin mijarek ya şermêye. Ji ber wê jî divê jinên Saraybosnayê zêdetir bên rêxistinkirin.”
(zt)

