Jinan banga tevlîbûna festîvala Zîlanê kirin
10:49
JINHA
DUSSELDORF - Li bajarê Dortmund ê Almanyayê ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî ve îsal dê 10’emîn mîhrîcana Jinan a Zilan pêk bê. Ji bo tevlibûna mîhrîcanê bang hat kirin.
Şahiya herî mezin ya jinên kurd ên li Ewropayê dijîn mîhrîcana Jinan a Zilane. 10’emîn mîhrîcana Zilan dê roja şemiyê li bajarê Dortmundê pêk bê. Ji bo tevli bibin ji her aliyê Ewropayê jin îro ketin rê. Komîteya mîhrîcanê ji bo tevlibûna mîhrîcanê bang kir. Komîteyê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku her sal li ser hêmayekî mîhrîcanê pêk tînin û îsal jî dê di çarçoveya ‘Netew demokratîkbûnê de’ ‘Bi jina azad re berbi netewa demokratîk’ dê pêk bê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ îsal dê projeya aştî û çareseriyê netewa demokratîk di mihrîcanê de bê xebitandin. Çiye netewa demokratîk? Têkiliya têkoşîn azadiya jinê û pêvajoya înşakirina netew demokratîkbûnê çiye? Tecrubeyên heyî û asta ku gihiştinê çiye? Peyama jinên kurd ya bo cîhanê çiye? ev mijar dê bên nîqaşkirin.
Her wiha gotin: “Di roja me ya îro de li navenda Rojhilata Navîn û Kurdistanê sêyemîn şerê cîhanê tê jiyîn. Nûnerên pergala serdest ya mêr pêla vê êrîşê ne. Êrîşên DAIŞ’ê ya li Rojava û Başurê Kurdistanê mînaka vê ye. hemû hêz bêjin em guherînê dixwazin jî ya esasd divê jin, gel û kedkar xwe biguherin.”
Şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinê bi teşe dibe. Emê van geşedanan di mîhrîcana xwe de di beşa panelê de binirxînin. Di mîhrîcanê de emê hemû projeya netewa demokratîk slav bikin û tecrubeyên bakur, rojava û ewropayê bigirin dest. Her wiha emê azadiya Ocalan bi yek dengî qîr bikin.
Li gel bernameya sahneyê dê panel, pêşangeh û bernameyê taybet bo zarokan hebin. Divê dayik û jinên ciwan bi rengên xwe tevli mîhrîcanê bibin. Di 14’ê hezîranê de em li Dortmund Revierparkê bên cem hev.
(zt)

