Hunerên dewlemend yên Aram Tîgranê derdikeve pêş huner hezan

11:10

Şêrîn Hiso - Melek Yuksel /JINHA


 


AMED - Konervatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi pêşandana bernameyên xwe yên  dawiya salê dike. Encama perwerdeya salekê ya hunerê bi bernameyek deslemend di  14 -15-16’ ê  pûşberê de dê bê pêşandan. Ji bo zarokan jî Orkrstireya Rîtimên Xwezayî  û Orkestireya Zarokan ya Akadîmîk dê bi konserekê  hunerê xwe nîşan bidin.


Konervatuara Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi pêşandana bernameyên xwe yên  dawiya salê dike. Dê ancamên perwerdehiya salekê ya şagirtên hemû beşanê hunerê  bi  pirogermekî hunerî  îsal jî derkevin dikê. Pirogrem  ji Şano, konser û hunerên zarokan pêk tê. Şagirtên her 5 beşên hunerê yên  Mûzîk, Şano, Govend, Wêne û Sînema   dest bi amadekariyên pêşandana berhemê xwe bikin. Mûzîkjen û şagirta Konervatuara Aram Tîgran ê Devrîm Demîr girêdayî amadekariyên xwe yên pêşandana hunerên xwe wiha got: “Ev sala 5’emin e ku pirogremên bi vî rengî ji aliyê şagirt û xebatkarên Konervatuara Aram Tîgran ê pêk tê. Em hêvîdarin ku îsal jî temaşevan  ji xebatên me razî û kêfxweşbin.”


 ‘Ez bi awazên kurdî perwerde dibim’


 Devrîm Demîr diyar kir ku Sedema hatina wê a Amedê tevlîbûna konservatuara Aram Tîgran bû û wiha axifî: “ Ez li bajarê Îstanbolê mezin bûm. Dema ku min di riya ragehandinê de bihîst ku Konervatuara Aram Tîgran heye min biryar da ku ez xwe ji aliyê mûzîka kurdî de pêşxim. Ji bo  daxwaziya min ya pêşketinê Konervatuara Aram Tîgran navnîşan bû. Tiştê herî giring ew e ku  perwerdehiya  mûzîka û awazan bi  zimanê kurdî  tên dayîn.  Piştî ku ez tevlî Konervatuara Aram Tîgran bûm min nas kir ku  tenê gotinên kurdî di stranên nûjen de hatine bi kar anîn. Lê me bi kurdî mûzîk çê nekiriye ev yek bi awayekî zelal derket holê .”


‘Em tev bi hev re xebatek hevbeş dikin’


Derbarê amadekariyên Beşa Mûzîkê ya Konervatuara Aram Tîgran Devrîm  anî ziman ku şagirt xebata Orkestrakê  didin meşandin û wiha pêde çû: “Em amadehiya konserekê dikin. Di Orkestirayê de nêzî  35-40 Amûrjen û Korist ew jî  şagirtên konservatuara Aram Tîgran ê ne. Di nava Orkestrayê de şagirtên  Ji pola yekemîn heta stajer jî  cîh digrin. Bi alîkariya Mamosteyan xebateke kolktîf tê meşandin. Em hêvîdarin ku kesên ku  werin li me temaşe bikin kêfxweşû razî bin .”


Zarok dê bi şêweyên cuda cuda hunerê xwe nîşan bidin


Ji Konervatuara Aram Tîgran perwerdêrê  mûzîkê  Şêrko Kanîwar diyar kir ku zarokên  perwedeya mûzîkê dîtine dê 16’ê pûşberê li salona şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2 konseran li darxin û wiha got: “ Ev 4 mehe zarok amadekariyên xwe dikin. 53 Zarok bi awayekî akadîmîk hatin perwerdekirin. Di Orkestireya Akadîmîk ya zarokan korîst, zarokên ku li Tembûrê dixin, zarokên li kemanê dixin hene. Zarokên Orkestireya Akadîmîk wê bi formatek cûda û awayekî akadîmîk stranan pêşkêş bikin.”


Orkestireya Rîtimên Xwezayî ya Zarokan


Şêko Kanîwar anî ziman ku armanca Orkestireya Rîtimên Xwezayî ew e ku zarok ji mûzîk, xebatên komî hes bikin û wiha axifî: “Orkestireya Rîtimê Xwezayî berî niha bi 8 salan hat avakirin. Armanca me ji avakirina Orkesterayek bi vî rengî ew e ku zarok hem ji xwezayê û hem ji hevdû hezbikin û li hevdû guhdar bikin. Zarok xwedî berpirsyarî bibin û bikarin bi hev re xebatên komî bikin. Di vê xebatê de niha nêzî sed û10 zarokan hene. Cûdahiya Orkestraya Rîtimên Xwezayî temenê zarokan yê biçuke. Zarokên 3 salî jî karin bibin endamê vê orkestirayê. Tenê zarok ji xebatên koma zarokan hez bikin û muzîk li guhê wan xweşbê bese. Ev jî bandorek erênî ser deruniya zarokan dike.”


‘Emê ji bo zarokan şanoya Şengê û Pengê pêşkêş bikin’


Perwerdêra  Beşa Şanoyê  Rêzan Kaya diyar kir ku dê lîstika Şengê û Pengê ji bo zarokan bê li darxistin û wiha axifî: “  Me xwest ku em lîstikek zarokan pêşkêş bikin.  Ji ber ku lîstikên zarokan kêmin. Me çîroka Şengê û Pengê hilbijart ji ber ku çîroka xwe ji bîr nekin. Berî demekê lîstika Pîrê û Luyê hat pêşkêşkirin, ev şano bi zaravê kirmanckî bû lê dîsa zarokan bi baldarî temaşe dikirin ji ber ku dizanîbûn ev çîroka zarokan e. Me derfetek pir xweş dît ku em lîstikekê ji bo zarokan pêşkêş bikin. Xwendekarên beşa Şanoyê enerciyek xurt nîşan dan . dawaziya me ewe  ku zarok jî bi vê lîstikê kêfxweşbin.”


(şh-my/zt)