Li Xaneqînê diravek yê dema Sasaniyan hat dîtin

11:39

JINHA


XANEQÎN – Li bajarê Xaneqînê diravek pir kevin yê ji dema Sasaniyan hat dîtin. Li ser dirav jî wêneyê deshilatek yê Sasaniyan heye.


Hat hînbûn ku li Xaneqînê diravek gelek kevin hatiye dîtin. Şûnewarnasên Germiyanê li taxa Bextyari ya bajarê Xandeqînê diravek gelek kevin dîtin. Di dema lêkolînê de hat dîtin ku ew dirav yê serdema Sasaniyane. Li ser dirav jî wêneyê Paşa Kîsra yê yekem an go bi navê din Newşîrwan ku ji sala 531 heya 579’an deshilatî kiriye heye. Hat zanîn ku gelek zingar li ser dirav hebûye.


(zt)