Dayîkên Aştiyê yên ji bo Lîcê runiştin hatin binçav kirin
12:07
JINHA
ÎZMÎR - Aktîvîstên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Îzmîrê bi armanca şermezarkirina komkujiya Lîceyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û piştî hatin binçavkirin li gorî madeya 32'emîn a Zagogan Qebehetan ji her dayîkekê re 189 TL. cezayê pere hate birîn. Dayîkên Aştiyê girêdayî cezayê li wan hatî birîn daxuyaniyek dan û gotin; "Tu tiştê em jê fedî bikin me nekiriye. Bila ew ji xwe fedî bikin."
Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Îzmîrê duh bi armanca şermezarkirina komkujiya Lîceyê li Parqa Konak Agora çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û seat di 02.30'an de polîsan mudaxele yî çalakiya dayîkan kirin. Dayîkên daxwaza polîsan a çalakiyê bi dawî bikin qebûl nekirin bi hinek parêzerên piştgirî didan wan hatin binçavkirin. Ji dayîkên hatin binçavkirin re piştî li gorî madeya 32'emîn a Zagona Qebehetan ji her yekê re 189 TL. cezayê pere hate dayîn serê sibê serbest hatin berdan. Dayîkên Aştiyê têkildarî mudaxeleyê û cezayê pere yê hat dayîn li Parqa Agora daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û bûyer şermezar kirin. Rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê dayîkan Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê Fevziye Pulat daxuyanî xwend.
‘Ev li dijî mirovahiyê û dijî hiqûqê ye’
Fevziye diyar kir ku zêdehî 200 polîs bi TOMA û wesayîtên zirxî hatin qadê û dayîk binçavkirin û ev helwesta Waliyê Îzmîrê nayê qebûlkirin û wiha got: "Weke diçin şer hatin û gotin, 'Kon rakirin heke em dê bi lêdanê we binçav bikin' Ev yek nayê qebûlkirin. Ev li dijî mirovahiyê û dijî hiqûqê ye. Em vê pêkanînê şermezar dikin."
'Bila ew ji xwe fedî bikin'
Dayîka bi navê Cemîle Aydin a ku hatibû binçavkirin jî axivî û wiha got: "Em vê helwestan wan lenet dikin. Dayîk ji tu kesî natirsin û aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê em li vir rûniştin. Em li vir ji bo aştî û Serokê xwe rûniştin. Ji me re ji ber ku em rûniştin cezayê pere hat. Ev pêkanînekî keyfî ye. Tu tiştê em jê fedî bikin me nekiriye. Bila ew ji xwe fedî bikin."
Prz. Hadî Çetîn ê ku li dijî mudaxeleya polîsan derket û hate binçavkirin jî diyar kir ku ji bo cezayê pere yê hate dayîn bê betalkirin dê dozê vebikin.
(zt)
