‘Divê jinên ciwan li hemberî pêşveçunên di qewimin şiyarbin’
12:52
JINHA
EFRÎN - Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ên li navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê civînek bi beşdariya dehan jinên ciwan li dar xist. Di civînê de Endama Kordînasyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sema Mihemed derbarê geşedanên dawî yên Rojava û Başûrê Kurdistanê de axivî. Sema bang li hemû jinên Ciwan kir ku beşdarî konfiransa wan ya dê di meha hezîranê de bê li darxistin bibin.
Ji bo amadekariyên konfiransa xwe ya yekemîn a Herêmê jinên ciwan civînek li dar xistin. Civîna Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger a navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Koma Jinên Bilind (KJB) a di bin durişmeya “Jin ji bo Azadiya xwe û Reberê xwe têdikoşin” debû. Di civînê de gelek jinên ciwan amadebûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtina bo giyana cangoriyên tevgera azadiyê dest pê kir. Di civînê de Endama Kordînasyona Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sema Mihemed derbarê geşedanên dawî yên Rojava û Başûrê Kurdistanê de axivî.
‘Divê jinên ciwan li hemberî her tuştî şiyarbin’
Sema di axaftina xwe de berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê yên li navçeya Licê silav kir, Sema di heman demê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ên li ser Îraq û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û piştgirya ciwanên Rojava ji gelê kurd ê Başûrê Kurdistanê re, diyar kir. Sema di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinên ciwan û bi taybetî zewaca bi temenê biçûk û got: “Divê jinên ciwan li hember van kiryarên ku di civakê de derdikevin, bisekinin.”
Sema di dawiya Civînê de destnîşan kir ku konfiransa jinên Ciwan ên Şoreşger dê di meha Hizêranê de bête lidarxistin û bang li hemû jinên Ciwan kir ku beşdarî konfiransê bibin.
(zt)
