Cenazeyê Riza Bayram li ber Çemê Berdanê hat dîtin
13:33
JINHA
MERSÎN - Cenazeyê Riza Bayram ê li navçeya Mersîn Tarsûsê di dema protestoya komkujiya li Liceyê de bi êrîşa polîsan birîndar bû û dûre agahî jê nehat girtin, li Çemê Berdanê hat dîtin.
Riza Bayram ê li Mersînê di encama êrîşa polîsan de birîndar bû û bi rojane agahî jê nehat girtin, cenazeyê wî hat dîtin. Li taxa Fahrettînpaşa ya Tarsûsê roja Yekşemê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Liceyê çalakî hat lidarxistin, lê belê polîsan êrîş kirin. Di dema êrîşê de Riza Bayram ê 31 salî ji ber guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû û ji bo neyê binçavkirin reviyabû. Ji wê rojê ve agahî jê nehat girtin, lê belê îro cenazeyê Bayram li Çemê Berdanê hat dîtin.
Rêveberên ÎHD'ê yên Mersînê dan xuyakirin ku cenaze rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê di odeyeke nexweşxaneyê tê ragirtin.
ÎHD'yiyan diyar kirin ku li bajêr rewşeke aloz heye û dan zanîn ku wan îddîaya "Bayram, bi awayekî destê wî ji pişt ve girêdayî hatiye dîtin" heta niha nekarîne piştrast bikin.
Hat zanîn ku Nuçegîhanê DÎHA'yê Ahmet Kanbal ê xwest dîmenê bûyerê bikşîne jî hat binçavkirin.
(zt)
