Bereketa destê jinê ya ku tucarî naqede nanê şikeva…
09:02
Tekoşin TEKİN/JINHA
EDENE – Nanê şikeva yê ku tamek cuda dide sofreyan jinên gundên çukurovayê bi dorê dipêjin. Meryem Gumuş ya kul i gundê Kizildere yê navçeya Ceyhanê dijî girêdayî nanê sêlê got: “Em ji bo pehtina nanê sêlê rojek berê dest bi amadekariyên xwe dikîn. Em serê sibê zu radibin û dest pê dikin. Em piştî hemû amadekariyan banî jinan dikin. Em jinên gund her demê bi hev re dipêjin.”
Nanê sêlê yê ku tucarî ji sofreya Anadoluyê kêm nabe jin alîkariya hev dikin û amade dikin. Meryem Gumuş ya kul i gundê Kizildere yê navçeya Ceyhanê ya Edeneyê dijî girêdayî amadekirina nanê sêlê axivî. Meryem diyar kir ku ew serê sivê zu radibin arê xwe yê genim amade dikin bi avê hevîrê xwe distirin û paşê dest bi pehtinê dikin. Meryem da zanîn ku ew nanê şikeva yê ku çêdikin dikare bi mehan bimîne û wiha got: “Bêyî ku xira bibe em bi mehan wî nanî radikin. Her danê xwarinê beriya amadebûna xwarin nîv saetê em hinek av li ser di reşînin û wiha dihêlin heta demê xwarinê pir xweşdibe. Em her meh hemû cîran arî hev dikin û wiha nanê xwe amade dikin. Bêyî kevin bibe demdirêj kêrî xwarinê tê.”
‘Em bi dorê nan dipêjin’
Meryem destnîşan kir ku jiyana gundan zore û herî zêde jin kedê didin. Meryem derbirî ku ew jinên gund hemû alîkariya hev dikin di dema nanpehtinê de. Meryem anî ziman k udi dema nanpêjiyê de ew rojek berê dest bi amadekariyan dikin û wiha domand: “Em ji bo pehtina nanê sêlê rojek berê dest bi amadekariyên xwe dikîn. Em serê sibê zu radibin û dest pê dikin. Em piştî hemû amadekariyan banî jinan dikin. Em jinên gund her demê bi hev re dipêjin. Her roj dora malekê ya nanpehtinêye. Îro dora mine sibê dora cîrana mine wiha em alîkariya hev dikin. Havîn zivistan ji bom e ferq nake em her demê wiha nanê xwe amade dikin. Hema nanê kê di qede em alîkariya hev dikin û nanê wan dipêjin.”
(zt)

