Ji bo mitînga ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ banga tevlîbûnê

09:54

JINHA


AMED – Di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya bi duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin” dê  di 19’ê Hezîranê de li Meyîdana Îstasyonê Mitînga “Ji Ocalan re Azadî” bê li darxistin. Endama Komîteya Amadekar ya Mitîngê Ruken Akça banga tevlîbûna mitîngê li her kesê kir û got: “Yên ku aştî, azadî, bêdengiya çekan û cîhanek bê şer dixwazin bila bên em bi hev re tevlî mitîngê bibin. Em deng û hêza xwe bikin yek.”


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) di çarçoveya kampanyeya xwe ya bi duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin”  dê li Amedê bi armanca “Ji Ocalan re Azadî” mitîngekê li darbixin. Mitîng di 19’ê Hezîranê saet 16.00’an de li Meyîdana Îstasyonê despêdike. Endama Komîteya Amadekar ya Mitînga kul i bendêya bi sed hezaran kes beşdarbibin aktîvîsta DOKH’ê Ruken Akça diyar kir ku amadekariyên wan yên ji bo mitînga  “Ji Ocalan re Azadî”qediyane. Ruken da zanîn ku divê di serîde jin her kes wê rojê di qada mitîngê de amadebibin.


‘Em li bendêne hemû gelê me tevlî mitîngê bibin’


Ruken anî ziman ku ji bo mitînga “Ji Ocalan re Azadî” ya ku dê di 19’ê Hezîranê de li Meyîdana Îstasyonê pêkbê hemû amadekariyên wan qediyane û wiha got: “Em li bendêne ku hemkû gelê me beşdarî mitînga “Ji Ocalan re Azadî” ya ku dê di 19’ê Hezîranê saet 16.00’an de bê li darxitnin bibin. Di vê mitîngê de divê di serî de jin bi tulbendên xweyên sipî beşdarbibin. Em dixwazin hemû gel ziman, nasname, reng çî dibe bila bibe beşdarî wê mitîngê bibin.”


‘Dê bi mitînga bi boneya  Azadiya Ocalan kampanya hîn ferehtir bibe’


Ruken balkişand ser giringiya mitînga “Ji Ocalan re Azadî” ya k udi çarçoveya kampanyeya wan ya ya bi duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin” li ser heşt xalan hatî amadekirin û wiha domand: “Birê Abdullah Ocalan xebatek ji heşt xalan pêşkêşî mekir. Di naveroka wê de lêgera heqîqetê, civaka sivîl, jin û hiquq, aborî, ekolojî, polîtîka, dîplomasî û Mîsakî Milî cîh digire. Me jî dest bi kampanyeya  bi duruşma “Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di çalakiyan denin” li ser heşt xalan hatî amadekirin kir. Her wiha emê bi mitînga ‘Ji Ocalan re Azadî’ berfirehtir bikin.”


‘Her kes dawetiyê mitîngêye’


Ruken banga xwe ya ji bo beşdarbûnê dubare kir û destnîşan kir ku her kes dawetiyê mitînga “Ji Ocalan re Azadî” ye. Ruken derbirî ku ji bo bi awayekî baş derbasbibe divê tevlîbûn zêdebe û wiha pêdeçu: “Em ji heft heta heftêh salî hemû jinan li gel hemû reng, nasname û zimanê wan vedixwînin mitîngê. Yên ku aştî, azadî, bêdengiya çekan û cîhanek bê şer dixwazin bila bên em bi hev re tevlî mitîngê bibin. Em deng û hêza xwe bikin yek.”


Di mitînga “Ji Ocalan re Azadî”ya kul i Meydana Îstasyonê dê pêkbê de Seroka Fedresyona Komeleya Şêwirmendiya Hiquqi ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAD-FED) Zubeyde Teker û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder weke axaftvan beşdar bibin. Her wiha dê di mitîngê de hunermendên kurd Zelal Gokçe, Devrim Demir, Axîn û Hozan Dîno jî dikê bigirin.   


(zt)