Çîrokek ji koçberiya kurdan ya 30 salan …

10:24

MİZGİN TABU/JINHA


ŞIRNEX – Safiye Înan yek ji jinên beşek ji jiyana xwe di koçberiyê û zoriyan de derbaskiriye… Safiye Înan diyar kir ku li her cihan wan gelek zoriyên mezin jiyan kirine û got: “Ez despêkê bi 2 zarokên xwe ve derbazî Herêma Federala Kurdistanê gel mirovên xwe bûm ji bo parastinê. Paşê jî hevserê min hate gel me. Li wê zilma Sadam hebû, bi tang û topan êrîş dikir.”


Li herêmê gelek gund hatin şewitandin. Ji ber zordarî û îskenceyên giran gelek malbat neçar man koç kirin. Li gel gelek salên demdirêj derbasbûne jî hîna gelek malbat ji welatê xwe dur yan di kapman de yan jî di metrepolên biyaniyan de di bin şertên herî zor de jiyana xwe berdewam dikin. Yek ji mexdurên koça bi zorê jî Safiye Înane. Di sala 1986’an de ji ber zordariyên ku ditine ji Tirkiyê koçî Îraqê kirin. 3 sal li  Îraqê jiyan kirin li wê jî ji ber zordariya Sedam û enfalan derbazî Îranê bûn. Safiye girêdayî zoriyên jiyan kiriye wiha got: “Dema ku em derbazî Îranê dibûn, em li ser sînor hatin girtin. Em 7 mehan di kampan de man. Hinek mirovên me yên li Urmiyê jiyan dikirin ji bo kefaleta me agahî şandin. Li ser wê agahiyê em ji wê girtin şandin Urmiyê.”


‘Dema ku mala me hat şewitandin min bi zorê zarokên xwe xilas kir’


Safiye da zanîn k udi sala 1990’an de neçar ma ji ber zordariya ser wan heyî berê xwe dan Zaxoyê. Despêkê di sala 1995’an de çun Kampa Etruşê. Safiye destnîşan kir ku wê di komkujiya Nexweşxaneya Hewlêr de hevserê xwe wenda kir û wiha domand: “Min 17 salan ji hevserê xwe agahî negirt. Paşê em hîn bûn ku şehîd ketiye. Ji bo wî me merasîmek pêk anî û taziye qebûlkir.” Safiye derbirî ku her dem ew din ava koçberiyê debûne û wiha berdewam kir: “Em çun Nehdarê. Di dema koçberiyê de me gelek zorî derbas kirin. Min bi 6 zarokên xwe ve din ava berf û baranê de gelek zorî derbas kirin. Me tuştek yê xwe xilas nekir. Piştî me mala me şewitandin. Min bi zorê zarokên xwe qurtelkir.”


‘Bi şev heta sibê min nobet girt’


Safiye anî ziman ku piştî 9 mehan li Nehdarê man paşê derbazî Mexmurê bûn. Safiye diyar kir ku li Mexmûrê cihê lê dima gelek mar û dupişk lê hebûn. Safiye destnîşan kir ku her êvar agir dikirin li ber roniya agir radizan. Safiye derbirî ku ji bo tuştek bi zarokên wê neyê heta serê sibê li zarokên xwe nobet digirt. Safiye bilêv kir ku demdirêj ji pêdiviyên xwe yên sereke weke av û ceryanê bê par diman pir kêm av digirtin û wiha pêde çu: “Bi lawê min re nexweşiyên weke gurçik û gelek nexweşiyên din çêbûn. Me tedawiya wî li gelek cihên weke Musil, Zaxo, Şirnex û Amedê berdewam kir. Bi zorê hinek ser xwe ve hat.” Safiye diyar kir k udi sala 2002’an de li gel zarokên xwe bi rêwitiyek nû ji Mexmûrê cardin berê xwe da Şirnexê. Safiye da zanîn ku hemû berpirsyariya mala wê û zarokên wê li ser milê wêye.


‘Em ji zilmê revîn lê rastî zilmeke dinê hatin’


Safiye anî ziman ku ji zilmê revîn lê rastî zilmekedinê hatin û got: “Ez despêkê bi 2 zarokên xwe re çum Îraqê gel xizmên xwe. Paşê hevserê min hat gel me. Li wê jî zilma Sadam hebû, bi tang û topan êrîş dikir. Em 7 malbat mi mehan di şikeftekê de man.” Safiye destnîşan kir ku ji ber hevserê wê her dem hinek ji malbata wê digirtin bin çavan, bavê wê 48 rojan di girtîgeha Sêrtê de îskence dît. Safiye bilêv kir ku her dem dewletê ew  dişand çiyan ji bo hevserê xwe bîne û wiha got: “Ez di şandim çiyayên Gabar, Cudî û Besta digotin: ‘Here hevserê xwe bîne.’ Min jî ji wan re digot ‘heger hun dewletin nikarin bînin ezê çawan bikarim.’”


‘Cenazeyek bê serî min weke bedena hevserê xwe pejirand’


Safiye diyar kir ku dewletê zor li wê dikir ji bo hevserê xwe bîne û wiha got: “Serê şivanekê jêkirin û weke Îsmaîl Giyas dan. Hatin ji bom in gotin: ‘Me serê hevserê te jêkir. Were tesbît bike.’ Despêkê tiyê min çu. Tiyê mine w nasnekirin. Paşê hatin ez birim. Ji ber tiyê min gelek îskence dît ji bom in got: ‘Tu qebul bike.’ Min jî ji bo tiyê min ji îskenceyê xilas bibe ji laşek bê serî re got: ‘Ev bedena wiye.’ Piştî derbazbûna rojan zarokên şivan û malbata wî lêdigeriyan û rastiya bûyerê derket holê. Komek qontira yên kincên gerilla wergirtibûn, diçin gel şivan xwe weke gerilla didin nasîn û ji şivan dixwaze rê nîşanî wan bide. Paşê gelek îskence li şivan dikin û bi motorê serê wî jê dikin.”


‘Divê êdî çareseriyek çêbibe’


Safiye anî ziman ku wan gelek zorî dîtine êşên giran kişandine û bedelên giran dane û wiha domand: “Emê tucarî dest ji doza xwe bernedin. Emê di riya şehîdên xwe de bimeşin.” Safiye bilêv kir ku ev 30-40 salin gelê kurd herdem xwîn û rondikên çavan dîtine û wiha berdewam kir: “Em naxwazin ne gerilla ne leşker jiyana xwe ji dest bidin. Divê êdî çareseriyek çêbibe. Ma heta kengê emê wiha hev bikujin? Ev rewş wiha nabe.” Safiye balkişand ser daxwaza gelê kurd ya vegera ser warê xwe û wiha pêde çu: “Ez bang li Serokwezîr û Serokomar dikim. Tu çareserî bi şer nayê. Gelek welatiyên ku berî nihabi salan koç kirine û bi salên demdirêj durî welatê xwe dijîn hene. Divê êdî ew vegerin ser warên xwe. Ez di wê baweriyê deme ku ew hemî jî dixwazin li ser axa xwe bijîn.”


 (zt)