Konferansa ‘Ceribandinên Cîhanê û Rola Lîderan’ despêkir

11:59

JINHA


STENBOL- Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ya dibin pêşengiya jinan de hatî avakirin  ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sernava ‘Ceribandinên Cîhanê û Rola Lîderan’ konferansek li darxistin. Konferansê bi axaftina Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker despêkir.


“Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî” ji bo alîkarî dayîna pêvajoya çareseriyê dê 4 konferansan li darbixin. Ji wan konferansan ya yekem ku bi sernava ‘Ceribandinên Cîhanê û Rola Lîderan’ li Hotela Elite World dê despêkir. Di Salona ku konferans têde despêkirî de bi 26 zimanan “Ji Ocalan re Azadî” hatiye nivîsîn. Her wiha dîmenên Salonê yê bi Wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî xemilandin balê dikişîne. Di konferansê de Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH), Hewla Jinan ya ji bo Aştiyê (BÎKG), Komeleya Demokratîk û Şoreşgerên Kurd (DDKD), Meclisa Dayîkên Aştiyê, Fedresyona Komeleya Şêwirmendiya Hiquqi ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAD-FED), BDP û hevşaredarên BDP’ê Konfederesyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê, Berpirsên Rêveberên BSK û Kolombiyayê, Parlementera HDP’ê ya Amedê Emîne Ayna û Endamê MYK ya HDP’ê Ayhan Bîlgen jî din av de 150 ronakbîr, nivîskar, parêzbanên mafê mirovan, hunermend û siyasetmendar amadebûn. Di konferansê de axaftvan jî ji Partiya Basak Sorti Parêzvanê Peyîwendiyên ji derve yên Navnetewi Jonan Lekue, ji Zanîngeha Sussex Perwerdêr û lêkolînvan Dr. Andrei Gomez Suarez cîh digirin. Axaftina vekirina konferansê jî ji aliyê  Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker ve hat kirin.


Dê agahiyên berfireh bên…


 (zt)