Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê dê ‘Xelata Aşîtiyê ya Orhan Dogan’ li darbixin
13:48
JINHA
STENBOL- Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê ji bo mirovên ji dil tekoşîna aştiyê dane û zêdekirina hêviyên aştiyê cara duyemîn Xelata Aştiyê dide. Dê di 21’ê Îlonê de ji bo bîranîna Orhan Dogan bi merasîmekê xelat bigihe xwediyê xwe.
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê ji bo cesaret dayîna beşdarvanên aştiyê û bilindkirina hêviya aştiyê dê di 21’ê Îlonê de Çalakiya Xelata Aştiyê ya Orhan li dar bixin. Pêşbazî yên kul i cihê şer û şidetê çareseriyê diparêzin li hemberî hemû awayê cudaxwaziyan tekoşînê dikin, her welatî dikarin bibin berendamê vê xelatê.
Xwediyê xelatê juriyên bê alî diyar dikin
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê girêdayî xelat dayînê wiha dibêje: “Dê xwediyê xelatê kes yan jî saziyên civakiyên sivîl ji aliyê juriya bê alî ve bê diyarkirin. Ji bo berendambûnê xelata aştiyê her welatî û saziyên sivîl yên civakî dikarin bibin berendam.” Divê berendamên xelatê ji 15’ê Gulanê heta 1’ê Tebaxê forma ku ji aliyê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê ve hatî amade kirin dagrin û ji bo komusyonê bişînin.
Navên k udi juriya xelat dayînê de cîh digirin wihane:
"Ahmet Hakan: Qunciknivîsê Rojnameya Hurriyet’ê Rêveberê Bernameya Tarafsız Bolge ya CNN Turk ê
Prof. Dr. Ayşe Erzan: Emekciya Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Teknikê ya Stenbolê
Prof. Dr. Ayşe Soysal: Perwerdêra Fakulte ya Fenê ya Zanîngeha Bogaziçi yê
Fatih Polat: Gerneneyê Giştiyê Rojnameya Evrenselê û endamê juriya Xelata Metin Goktepe
Gulten Kaya: Nivîskara gotinan
Hakan Tahmaz: Berdevkê demi yê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê
Hidayet Şefkatli Tuksal: Nivîskara İlahiyetê
Murat Çelikkan: Rojnameger û Direktorê Hafıza Merkezê
Orhan Dink: Karmend
Vedat Yıldırım: Xwediyê Xelata Aştiyê ya Orhan Dogan ya sala 2013’an û berpirsê koma Kardeş Turkuler ê. "
Geçen yıl ilki düzenlenen Orhan Doğan Barış Ödülü'ne Kardeş Türküler layık görülmüştü.
(zt)

