10. Festîvala Jinê ya Zîlan despêkir

14:59

JINHA


DORTMUND -10. Festîvala Jinê ya Zîlan, bi panela bi mijara "Di avakirina neteweya demokratîk de rola jinê" destpê kir. Ji Zanîngeha Bogazîçiyê Fatma Gok axivî û got: "Divê jin li hemberî pergala serdest xwe birêxistin bike. Pêwîste em vê têkoşînê li her deverê belav bikin. Ji bo afirandina neteweya demokratîk, azadbûna jinê şert e."


10. Festîvala Jinê ya Zîlan, li bajarê Almanya Dortmundê tê lidarxistin. Festîval bi panela bi mijara "Di avakirina neteweya demokratîk de rola jinê" destpê kir. Ji Zanîngeha Bogazîçiyê Fatma Gok, ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Nûpel Mûnzûr û Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed weke axaftvan beşdarî panelê bûn.


‘ azadbûna jinê şert e’


Ji Zanîngeha Bogazîçiyê Fatma Gok da xuyakirin ku divê jin li hemberî pergala serdest xwe birêxistin bike û got, "Pêwîste em vê têkoşînê li her deverê belav bikin. Ji bo afirandina neteweya demokratîk, azadbûna jinê şert e." Gok destnîşan kir ku jin vê gavê têkoşîna wekheviyê dimeşînin.


‘Asta temsîlyeta jinan din ava BDP û HDP’ê de bilinde’


Fatma bal kişand ser nêzîkatiya li Bakurê Kurdistan û rojavayê Tirkiyeyê li jinan tê nîşandan û got, "Mûameleyên lê rast tên weke hev in. Lê belê jinên Kurd van mûameleyan qebûl nakin, têdikoşin. Mînaka berçav a vê yekê jî asta temsîliyetê ya di nava BDP û HDP'ê de ye. Lê belê di nava partiyên sîstemê ên li Tirkiyeyê de jin nikarin cih bigirin. Li Kurdistanê ji nava partiyê heta şaredariyan, heta têkoşîna gerîla, jin ne di warê hejmarî de di warê wesfê de hene. Bi awayekî ciddî xwedî mafê gotinê ne."


‘Em jin afirandina netewek demokratîk dixwazin’


Ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Nûpel Mûnzûr jî diyar kir ku jin û zarok di nava kapîtalîzma hov de tên binpêkirin û bal kişand ser têkoşîna li hemberî vê yekê. Mûnzûr got, "Em weke jin, li dijî vê pergalê têkoşîna afirandina neteweyeke demokratîk dimeşînin. Ji bo vê em li ber xwe didin. Em li dû afirandina pergaleke wekhev, azadîparêz û demokratîk in. Li Ewropayê 28 sal in em birêxistin in û roj bi roj em rêxistinbûyîna xwe mezin dikin."


‘Li Rojava jin pêşengiya şoreşê dikin’


Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed jî rêxistinbûyîna jinê ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Mûhammed diyar kir ku di sazî û pergala hatiye afirandin de jin xwedî mafekî ciddî yê gotinê ye û got, "Beriya şoreşa Rojava jin nikaribûn ji malê derkevin. Lê belê îro bi saziyên weke akademî û dibistanan re jin ji şoreşê re pêşengiyê dikin. Me sîstema li Rojava bi vî rengî ava kirin. Li herêmên derveyî me jin weke koleyan dijîn. Em hewl didin li herêmê sîstemek mînak biafirînin û pêşengiya vê jî jin dikin."


10. Festîvala Jinê ya Zîlan bi koma muzîkê ya jinan berdewam dike//…


(zt)