Jonan Lekue banga ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ kir
15:29
JINHA
STENBOL - Berpirsyarê Navneteweyî ya Partiya Çep a Bask'ê Jonan Lekue di konferansa 'Tecrubeyên Welatan û Rola Rêberan' de axivî. Jonan bang li hikûmeta tirk kir ku daxwazên kurdan bîne cih û ji bo azadiya Ocalan bang kir.
Konferansa ku ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, tê lidarxistin bi mijara 'Tecrubeyên Welatan û Rola Rêberan' li Elit World Otelê destpêkir. Berpirsyarê Navneteweyî ya Partiya Çep a Bask'ê Jonan Lekue weke axaftvan wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di serî de em êrîşên komên çete ser Rojava şermezar dikin û ji bo komkujiya navçeya Lîcê ya Amedê xemgîniya xwe tînin ziman.”
Jonan destnîşan kir ku welatê Bask piştî ku hebûna xwe da qebûlkirin, daxwazên xwe anî ziman û piştî ku gel daxwaz anîn ziman pevçûnên siyasî destpêkirin. Lekue bibîrxist ku piştî rejîma faşîst ya Franco, ji bo qedera xwe diyar bikin, ETA hatiye avakirin û wiha got: "Piştî rejîma Franco derbasî demokrasiyê bûn, lê têrê nekir. Di makeqanûnê de mafê diyarkirina qedera xwe nehat dayîn. Pevçûn destpêkirin û 40 salî zêdetir dewam kir û piştre biryar hat girtin ku derbasî polîtîayên siyasî bibin û ETA'yê şer bi dawî kir. Di dawiya salên 1980'î de bi delege û nûnerên gerîlayên ETA re hevdîtin pêk hatin. Lê di encama hevdîtinên bi dewletê re serneketin."
Jonan destnîşan kir ku di salên 1990'î de di navbera ETA û dewletê de careke din diyalog destpê kir, lê ji ber ku daxwaza hikûmeta Îspanyayê ya çareseriyê nîn bû, bi ser neketin. Jonan diyar kir ku di navbera salên 2005 û 2007'an de di dema hikûmeta Zapatero de careke din, di navbera dewlet û ETA de hevdîtin destpêkir, lê hikûmeta Îspanyayê şertên peymana aştiyê neanî cih.
‘Li hemberî faşîzmê ETA hat avakirin’
Jonan da zanîn ku ji ber ku hevdîtinên bi dewletê re nepenî hat kirin serneketin, her du aliyan jî berpirsyariya xwe neanîn cih û piştî di nav partiyên siyasî de li hev nekirin derket, pêvajoya diyalogê bi dawî bû. Piştî ku salên 2008-2009 de di diyalogê de serneketin, pevçûn, binçavkirin û îşkence careke din destpê kir û ETA careke din bi dest şerê çekdarî kir. Jonan bilêv kir ku di sala 2011'an de ji bo aştiyê rêxistinên herêmî hatin avakirin, stratejiyek nû hat diyarkirin û ev stratejiya 'Welat rabe ser piya, biryara çareseriyê bigire' bû.
Pêvajoya riyên demokratîk
Jonan destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo vekiriya riyên demokratîk bû û wiha got: "Stratejî ew bû ku welatê Bask bi awayeki demokratîk biryara xwe bidin. Ji pevçûnan derbasî siyasetê bûn. Bêyî ku li bendê bin dewlet guhertinê bike, divê me parametre û dînamîk biguherandiba. Me tenê daxwazên dewletê nenihêrî. Ji pêvajoyên aştiyê yên din cudatir bû. Bêîtiatiya sivîl hebû. Di 25'ê îlona 2010'an de 5 partî yekitiya xwe pêk anîn û biryara çareseriya demokratîk girtin."
Rola Deklarasyona Ayata
Jonan anî ziman ku Îspanyayê, Partiya Sortu wekî rêxistine derqanûnî îlan kir, di sala 2011'an de careke din bû partiyeke qanûnî û wiha got: "Ji ber zextên Bask û navneteweyî bû partiyeke qanûnî. Di hilbijartinên herêmî ya sala 2011'an de bû partiya duyemîn. Koalîsyona Bask, xwedî 7 parlamenter û sedî 23'ê dengan e. Civakên navneteweyî piştgirî dan. Deklarasyona Brukselê û şexsiyetên girîng yên wekî Nelson Mandela piştgirî dan. ETA'yê xwest piştgiriyê bidin stratejiyê. Di adara 2011'an de ji bo pêşketina pêvajoyê welatê Afrîkaya Başûr li welatê Baskê civîn lidarxist. Di îlona 2011'an de pêşniyara agirbestê ji ETA'yê re kir. Herî dawî jî nûnerên Baskê, rêxistinên navneteweyî, di 17'ê cotmeha 2011'an de Deklarasyona Ayata weşandin. Organîzasyonên navneteweyî piştgirî dan pêvajoyê."
Jonan diyar kir ku di deklarasyonê de pêşniyarên wekirî kirine û wiha got: "Di destpêkê de bang li ETA'yê, Îspanya, Fransayê hat kirin. Hat xwestinku statuteyeke nû ya siyasî bidin Baskê. ETA bersiveke erênî da. ETA'yê biryar girt ku dev ji têkoşîna çekdarî berdin. Em niha di serdemeke nû de ne. Hemû partiyên siyasî di nexşerêyê de cih girtin. Di qada navneteweyî Deklarasyona Ayata xwedî cihekî girîng e."
Jonan bang li hikûmeta tirk kir ku daxwazên kurdan bîne cih û ji bo azadiya Ocalan bang kir.
Konferans didome.
(zt)

