Jinên Îraqê ji ber tecawîza IŞİD ê direvin

15:59

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber êrîşên IŞÎD’ê bi sed hezaran welatî ji neçarî malên xwe dihêlin û direvin. Welatiyê bi navê Abed yê nexwes paşnavê xwe bide diyar kir ku jin ji ber tecawizên çeteyên IŞÎD’ê direvin.


Ji ber êrîşên Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê (IŞÎD) ê yên ser Musilê û ji wê demê ve êrîş berdewam dikin bi sed hezaran welatî ji neçarî malên xwe dihêlin û direvin. Li gorî hemjara Netewên Yekbûyî (YN) ji yekşemê heta niha li hejmara Welatiyê ku neçarmane malên xwe berdane û reviyane gihiştiye nîv milyonê. Yên direvin piranî li bajarên weke Hewlêr û Duhokê bi cîh dibin.


Mexdurê bi navê Abed yê nexwest paşnavê xwe diyar bike trajediya jiyan kirî wiha vegot: “Hinek mêrên rupoş êrîşî mala me kirin û bi gotinên ‘emê we bigirin’ em tehdîd kirin. Heta niha gelek kes girtine. Ji bo ku mirovan bibin bixin bin lêprisînan digirin.” Abed balkişan ser trajediyekî din û wiha got: “çeteyên IŞÎD ê bi boneya tecawîzkirinê û bi zor pêre zewacê jinên ciwan direvîne.”


 (zt)