Rêxistina Yekîtiya Star civîna xwe li dar xist
16:24
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Dirbêsiyê civîna xwe ya asayî li navenda çand û hunerê ya bajêr, li dar xist. Di civînê de rewşa siyasiy ya Rojava û êrîşên ser herêmên kurdan hatin nirxandin.
Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Dirbêsiyê civîna xwe ya asayî bi beşdariya dehan endamên Rêxistinê û saziyên civaka sivîl li navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi armanca gotûbêjkirina şêwaza xwe ya rêxistinî û ji bo nirxandina karê ku meclîsê di şeş mehan de kiriye, li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyana cangoriyên tekoşîna azadiyê dest pê kir. Di civînê de Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê, Endama Yekîtiya Star Bêrîtan Ehmed, Hevseroka Meclîsa Gel a bajêr Edala Umer axivîn û bal kişandin ser girîngiya aktîfkirina rola jinan di civakê de. Di berdewama axaftinan de hat gotin ku jin civakê ava dike û ew civak bi xwe ye.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku rola jinan di pêşxistina civakê de gelekî mezin e. Ji ber vê yekê ji bo ku civakeke azad bête avakirin, divê hemû jin tekoşînê xwe bilind bikin. Di berdewama civînê de rewşa siyasî ya Rojava û êrîşên li ser herêmên kurdî, hatin kirin û berxwedana YPG’ê û YPJ’ê li hemberî van komên çete, hat silavkirin.
Piştî axaftinan Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Mediya Hesen rêziknameya Mecalisên Rêxistina Yekîtiya Star, xwend. Paşê deriyê gotubêjkirinê li pêşiya beşdaran hat vekirin, her wiha gotubêj derbarê aktîfkirina rola jinan di civakê de, hatin kirin.
Di berdewama civînê de beşdaran dengê xwe dan jinên ku ji bo endamtiya meclîsê hatibûn hilbijartibûn û ên ku hejmara wan digihêje 101 jinan.
Civîn bi stran gerandina dîlanan û durişmeyên ku berxwedana jinan di şoreşa Rojava de silav dikin, bi dawî bû.
(zt)

