Festîfala Zîlan bi kelecanek mezin berdewam dike

17:14

JINHA


DORTMUND - 10’mîn Festîvala Jinan ya Zîlan bi tevlîbûna bi hezaran jinan bi kelecanek mezin berdewam dike. Di festîfalê de peyama Kordînasyona YJA yê hat xwendin û di peyamê de  wiha hat got: “Dirûşma îsal ya festivalê ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ tê li darxistin. Jinên Kurd bi vê dirûşmê pêşengiya avakirina netewa demokratîk dikin.”


10’mîn Festîvala Jinan ya Zîlan bi tevlîbûna bi hezaran jinan bi kelecanek mezin berdewam dike. 10’mîn Festîvala Jinan ya Zîlan di saetên serê sibê de bi panelekê despêkir. Di axaftina vekirinê ya li ser navê Organîzasyonê ku nûnertiya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) kirî de da diyar kirin ku cara 10’mînin festîvalekî wiha lidardixin. Di axafina hat kirin de hat diyar kirin ku ev festival ku li ser navê Zîlan (Zeynep Kinaci) tê li darxistin, hemû salan hîn zêdetir bi sazîbûn dibe û wiha hat gotin: “Ev festival rêxistinbûna jinên Kurd yên li Ewropa dide nîşa kirin.”


‘Pêşengiya şoreşa Rojava jin dikin’


Hevseroka Meclisa Rojava Sînem Mihemmed jî di axaftina xwe de bal kişande ser pêşektinên li Rojava û got: “Pêşengiya şoreşa Rojava jin dike.  Di pergala saziyên hatine avakirin de jin bi şêweyekî cidî cih digire.


‘Xwedawenda me ya azadiyê rêheval Zîlan’


Di peyama ku Kordînasyona YJA’yê şandî de bal hate kişandina ser tekoşîna Zîlanê û wiha hat gotin: “Ji bo bîranîna xwedawenda me ya azadiyê rêheval Zîlan ku cara 10’mîne festival jinan tê li darxistin, em bi girêdayîna xwe ya ji bo rastiyê û azadiyê re silav dikin.”


Di peyamê de hat gotin ku; “ev festival di serî de rêheval Zîlan ku we bîranîna wê didin jiyîn, di kesayeta rêheval Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li qada we di encama qomployekî de hatin qetil kirin, em li pêş birdariya hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin.”


Di festivalê beşa çandî de Koma Dengê Xwezayê û Nuarîn derketin ser dikê û jinan li ber dengê muzîkê govend gerandin. Festîfal berdewam dike//…


 (zt)