Dayîkên Geverê ji bo zarokên xweyên girtî runiştin

17:42

JINHA


COLEMÊRG – Li ber avahiya Çand û Hunerê ya Geverê Dayîkên Aştiyê bi boneya balkişandina ser rewşa zarokên xwe yên girtî kon vedan û dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dayika bi navê Kurîşe Ozkan ku zarokekî wê di girtîgehê de ye û sê zarokên wê jî li çiyê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane anî ziman ku AKP û Erdogan dayikên li Amedê kiriye nava çalakiyan û xwest dayikên Amedê neyên lîstikên AKP'ê.


Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dayîkên Aştiyê ji bo alê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên girtî kon vedan. Dayîkan li ber Komeleya Çand û Hûnerê ya Geverê kon vedan. Endamên Saziyên civakî û gelek welatî çûn serdana kon û piştgirî dan çalakiya dayikan. Konê dayikan ji aliyê hevserokên rêxistina BDP'a Geverê, nûnerên DUHAD-FED, KURDÎ-DER ve hat ziyaretkirin. Di ziyaretê de hevserokê BDP'a Geverê Fîkret Turgut axaftinek kin kir. Dayîkan jî di çalakiya xwe de diyar kirin ku ji bo zarokên wan yên girtî bên berdan û yên bi zorê dibin leşkeriyê li mala wan bê vegerandin dest bi çalakiyê kirine.


‘AKP’ê weke firsendek çêkirina qereqol û kelehkolan dît’


Fikret da zanîn ku ev çalakî carek din pîroziya dayikan dide berçavan û wiha got: "Serokwezîr Erdogan dibêje, 'Bila HDP biçe zarokan ji çiyê bîn' Ger em li ser îktidarê bûna dê zarok neçûna serê çiyê. Ji ber ku me yê pirsgirêka Tirkiyeyê û Kurdistanê çareser bikira. Mixabin Erdogan pêvajoya çareseriyê ji xwe re weke firsendek çêkirina qereqol û kelehkolan dît." 

Dayika bi navê Kurîşe Ozkan ku zarokekî wê di girtîgehê de ye û sê zarokên wê jî li çiyê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane anî ziman ku AKP û Erdogan dayikên li Amedê kiriye nava çalakiyan û xwest dayikên Amedê neyên lîstikên AKP'ê.


(zt)