Têkela DOKH’ê ya Wanê konê ‘Ji Ocalan re Azadî’ vekirin
18:17
JINHA
WAN – Di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya Xwe û Serokatiya Xwe di Çalakiyan denin” Têkela DOKH’ê ya Wanê li Bêgirê kon vedan. Ser navê DOKH’ê Dîlan Gezer diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giringiyekî mezin dide rêxistibûyîna jinan û got: “Me weke jinên kurd ji bo di riya ‘Serokatiya Azad Kurdistana Azad’ maşînê de soz daye.”
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya ya Wanê di çarçoveya kampanyaya xwe ya ‘Jin ji bo Azadiya Xwe û Serokatiya Xwe di Çalakiyan denin” li navçeya Bêgirê ya Wanê kon vedan û dest bi çalakiya xwe ya 2 rojan kirin. Di çalakiya xwe de dê ji bo kampanyeya “Ji Ocalan re Azadî” îmzayan kom bikin. Konê k uli ber şelaleya Bêgirê hat vedan ji aliyê welatiyên derdorê ve rastî eleqeyek mezin tê. Li qada ku kon lê hatî vedan wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, her 3 jinên siyasetmendarên kurd yên li Parîsê hatine qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û alayên PKK’ê hatin hildan. Pankartên weke “Yan jiyanek bi romet yan jî berxwedanek giştî”, “Dê azadiya jinên kurd bi azadiya Rêber APO bibe” û “Ji bom in azadiya jinê ji ax û çandê giringtire” hatin vekirin. Her wiha Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredarên Bêgirê Safure Guneş û M. Alî Tunç jî din av de gelek jinan pişgirî dan çalakiyê.
‘Dê çalakiya me heta azadiya Rêberê me berdewam bike’
Di saetên serê sibê de jin li ber şelaleya Bêgirê kombûn despêkê ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û paşê standa çalakiya xwe dan û konê xwe vegirtin. Ser navê DOKH’ê Dîlan Gezer diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giringiyekî mezin dide rêxistibûyîna jinan û got: “Me weke jinên kurd ji bo di riya ‘Serokatiya Azad Kurdistana Azad’ maşînê de soz daye.”
Jin bi girtina dîlanê û lîlandinan çalakiya xwe berdewam dikin.
(zt)

