Ji çiyayên Kolombiya yê ber bi girava Îmraliyê silav …
19:12
JINHA
STENBOL- Komisyona Navneteiya ya Beşa Rojhilata Navîn ya FARC-EP ê peyamek nivîskî şand Konferansa ku ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, bi mijara 'Tecrubeyên Welatan û Rola Rêberan' hatî li darxistin. Di peyamê de wiha tê gotin: “Em dixwazin silavên me ji hevalê me Abdullah Ocalan yê kuli her deverên Emerîkaya Latîn jêre rês tê girtin û heyraniyek daye avakirin. Em di dawiyê de heskirinên xwe ji bo Rêberê PKK’ê û Pêşengê gelê kurd dişînin.”
Komisyona Navneteiya ya Beşa Rojhilata Navîn ya FARC-EP ê peyamek nivîskî şand Konferansa ku ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, tê bi mijara 'Tecrubeyên Welatan û Rola Rêberan' hatî li darxistin. Peyam ji aliyê Seroka TUHAD-FED ê Zubeyde Teker ve hat xwendin. Di peyama FARC-EP ya ku ji bo delegeyên konferansê jî selam hebû de wiha hat gotin: “Ji ber em niha ne li gel we di heman cihî denin lêborîna xwe dixwazin. Lê her dem dilê me li gel weye.”
Peyama ku bi “Hevalên hêja yên ji saziyên cuda yên kurdan” despêkirî de hiwa hat domandin: “Ji berk u em tevlî konferansa we nebûn l ime bi borin. Ji ber piskgirêkên me yên sazîbûnê em niha nikarin li gel we di heman konferansê de bicivin. Weke hun jî dizanin em weke FARC di aliyê siyasî û leşkerî de di pêvajoyek giran re derbas dibin. Em dixwazin silavên me ji hevalê me Abdullah Ocalan yê kuli her deverên Emerîkaya Latîn jêre rês tê girtin û heyraniyek daye avakirin. Em di dawiyê de heskirinên xw ji bo Rêberê PKK’ê û Pêşengê gelê kurd dişînin. Em di konferansa we de serkeftinê dixwazin.”
Piştî xwendina peyamê li salonê bi deqeyan çepik hatin lêxisktin. Paşê ji bop irs û bersivan konferans bi dawîbû.
(zt)

