Bi şanaziya berhemên destê xwe dijî …
08:52
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Besiye Batyar ya kul i gundê Orman Dişi yê Farqînê dijî bi berhemên keda destê xwe yên weke fêkî, zebze, şîr, mast û penîr çê dike û dibe bazara Farqînê di firoşe, bi wê debara mala xwe dike. Besiye diyar kir ku ew xwe dide zorê debara mala xwe bi keda destê xwe dike û got: “Ez dibînim ku ez jinek ji hevserê xwe serkeftîtirim.”
Besiye Batyar ya kul i gundê Orman Dişi yê Farqînê ya Amedê dijî bi berhemên keda destê xwe yên weke fêkî, zebze, şîr, mast û penîr çê dike û dibe bazara Farqînê di firoşe, bi wê debara mala xwe dike. Besiye ji bo firotina berhemê bi keda destê xwe çêdike û kedek mezin berde dide her roj ji bo firotina wan ji gund diçe bazara Farqînê wiha got: “Divê hemû jin baweriya xwe bi xwe bîne. Tuştek bi serê jinan nehatî nemaye. Jinên kurd hem di jiyana xwe ya xwezayîde û hem jî di tekoşîna xwe de ev yek îspat kirine. Tenê sedema weke jin îro evqas bi hêz ser lingê xwe sekinîna me ji jinên tekoşîna azadiyê daneye.”
‘Ez dibînim ku ji hevserê xwe serkeftîtirim’
Besiye ya dayîka 3 zarokane û li gundê Orman Dişi yê Farqînê dijî baxçevaniyê dike, lawiran xwidan dike û bi wî awayî debara mala xwe dike. Besiye tenê debara mala xwe bi karê baxçevaniyê û lawirvaniyê dike. Besiye ye ku her roj ji bo berhemê keda destê xwe bifiroşe diçe Farqînê wiha axivî: “Her çendî karê hesaban di dema firotina tiştan de min dide zorê jî lê dixwazim bikim. Ji ber karên wiha baweriya min ya bi min zêde dike. Ez rehet dikarim bibînim ku ez jinek ji hevserê xwe serkeftîtirim.”
Bi zorê masrefa rêya min derdikeve
Besiye serê sibê piştî nimêja xwe dike diçe xwarina lawirê xwe dide wan û paşê jî diçe bazara gund. Li wê di saet 07.00’an de kar despê dike. Besiye satilên xwe yên mast navbera 7,5 TL û 10 TL yan de difiroşe. Besiye da zanîn ku carnan ji bo firotina penîrê xwe ew heta şevê li bazarê dimîne. Besiye destnîşan kir ku ew din ava rojê de 2-3’ê satilên mast difiroşe.
‘Dema ku jin bi xwezayê re dibe yek tuşta ku bi ser serê wan de neyê nîne’
Besiye ya ku ji bo qazanca mala xwe hem ali baxçeyê xwe çî dibîne dibe bazara Farqînê difiroşe wiha axaftina xwe domand: “Heger ezê vala li gund bisekinim. Ji bo pere qazanc kirinê hemû fêkiyên gihişti yên nava baxçeyê xwe dibim li bazara Farqînê difiroşim.” Besiye derbirî kul i gora berê welatî zêdetir eleqeyê nîşanî berhemên jig undan diçin bazarê didin. Besiye anî ziman ku dema jin bi xwezayê re dibin yek tuşta ku bi ser serê wan de neyê namîne û wiha berdewam kir: “Divê hemû jin baweriya xwe bi xwe bîne. Tuştek bi serê jinan nehatî nemaye. Divê hemû jin baweriya xwe bi xwe bîne. Tuştek bi serê jinan nehatî nemaye. Jinên kurd hem di jiyana xwe ya xwezayîde û hem jî di tekoşîna xwe de ev yek îspat kirine. Tenê sedema weke jin îro evqas bi hêz ser lingê xwe sekinîna me ji jinên tekoşîna azadiyê daneye.”
Dest ji berhemên xwezayî bernedin
Besiye bilêv kir ku ew hemû rojan berhemê xwe dibe bazarê û wiha axivî: “Her çendî ku pereyê ez ji berhemê destê xwe digirim têra kiriya rêya min neke jî ew berhemê destê mine û ez dixwazim bibim bazarê. Din ava gund de vale runiştin nabe. Fêkiyên ku çêdibin li şona din ava bîstan de birizin û biçin ez dibim bazarê difiroşim. Rojane bi zorê 30 TL yan digirim, ji wan jî 6-7 TL yan li riya xwe didim.”
(zt)

