Aleksandro Capuzzo li hemberî şerê Suriyê banga rêxistinbûyînê
08:55
Zehra DOGAN/JINHA
SARAYBOSNA – Endama Tevgera Aştiyê ya Bosneyê Ernada Abdibegoviç balkişand ser polîtîkaya şerê Suriye û got: “Li hemberî polîtîkaya şerê li Suryê tê meşandin gelê Rojava xweseriya xwe ya demokratîk avakiriye ez vê pir giring dibînim.” Endamê Tevgera Aştiyê yê Îtalyayê Aleksandro Capuzzo jî bang li hemû aktîvîstyên aştiyê kir kul i hemberî şerê li Suriye tê meşandin bibin yek.
Li ser 1’emîn Şerê Cîhanê yê ku bûye sedema di cîhanê de bi sed salan berdewam kirina şer sed sal derbasbû. Cihê kul ê prensê Avusturya-Macarîstan ji aliyê nijatperestên Sirp ê ve lê hatî xistin û li wê 1’emîn Şerê Cîhanê lê hatî despêkirin re sed sal derbasbûn. Her çendî kus ed sal derbasbûne jî lê hîna polîtîkaya şer berdewam dike. Endama Tevgera Aştiyê ya Bosan yê Ernada Abdibegoviç da zanîn ku ji bo polîtîkayên şer yên di cîhanê de heyî bi dawî bibin divê hemû aktîvîstên aştiyê li hev bicivin û dawî li şerên heyî bînin û wiha got: “Ji ber şerê li Bosnayê hat jiyan kirin gel bê hejmar êş jiyan kirin û hîna ew travma ser xwe ne avêtine. Li gel vê jî di Rojhilata Navîn de hîna gel êşê dikişînin. Divê deme ku ya dinê zutir pêşiya van êşan bên girtin.”
‘serdestên Suriyê bûne arenayên şer’
Ernada destnîşan kir ku şer ji aliyê hêzên serdest ve tê berdewam kirin û wiha domand: “Şerê niha li Surye tê kirin bedewama polîtîkaya şerê qirêj yê bi salane.” Ernada anî ziman k udi despêkê de li Suriye serhildanên gel despêkir lê hêzên serdest bi polîtîkaya xwe ya şer qirêj kirin û wiha pêde çu: “Li Suriyê gelek komên çetan hene. Ew çete hêza xwe ji deshilatan digirin. Divê saziyên navnetewiyên aştiyê zêdetir bi şerê li Suriyê tê meşandin re mijul bibin. Ez hîna tênagihim nahatina gelên Rojhilata Navîn ji çiye. Divê gelên Rojhilata Navîn li hemberî polîtîkaya şer ya serdestan xwe bi rêxistin bikin û li hemberî wan ji bo jiyanek demokratîk tekoşînê bikin. Tenê azadiya Rojhilata Navîn dikare bi tekoşîna gelên Rojhilata Navîn pêkbê.”
‘Divê modêla demokratîk ya gelê Rojava ji xwe re mînak bigirin’
Ernada derbirî ku avakirina xweseriya demokratîk ya gelê Rojava li hemberî şerê qirêj yê tê meşandin pêngavek giringe û wiha axivî: “Niha modelek ya jiyana demokratîk heye û divê mînak bê girtin. Çete li hemberî wê modela jiyana demokratîk qirkirinana dikin. Vê jî bi navê ol dikin. Ez bawernakim pirsgirêka li Suriye û Rojava tê jiyîn tenê ji bo misilmanî û xiristiyaniyêbe. Li gora min polîtîkayek ya mêtîngerkirina gelan heye. Ji xwe deshilat bi salane vê polîtîkayê dimeşînin. Yên ku bi navê dîn li Rojava komkujiyan dikin ji xwe hemû dunya jî dizanin tu peyîwendiya wan bi dîn re nîne.”
‘Heger ev qas mirovên ji bo aştiyê dipeyîvin hene…’
Endamê Tevgera Aştiyê yê Îtalyayê Aleksandro Capuzzo jî diyar kir kul i gelek welatên cîhanê aktîvîstên aştiyê hatine li Saraybosnayê civiyane û ser aştiyê di axivin û got: “Çalakiyên navnetewiyên cîhanê ji bo hemû dunyayê pir giringin. Sed sal berê li vî bajarî şerek despêkiribû. Ji wê demê ve bi rêbazên aştiyê ketiye formeke nû de. Li Saraybosneya bi salan têde şer hatiye kirin niha ji bo aştiyê kombûn û axafitin gelek giringe. Ji ber wê jî gelek hestiyarbûm. Heger evqas mirovên ji bo aştiyê dipeyîvin hene ez hîna berdewam bûna şer pir bê wate dibînim.”
Li hemberî şerê Suriye banga rêxistinbûnê
Aleksandro balkişand ser berdewamkirina şerê Suriye û wiha got: “Nihal i Suriyê şerê cîhanê tê kirin. Çeteyên cudaxwaz hêzên ji aliyê deshilatên mêtînger ve tên rêvebirinin. Divê wiha bê xwendin. Ji ber van sedeman dem ali tabloya Suriyê tê nêrîn kî mafdare kî bê mafe pir zelal nayê zanîn. Ji ber ji durve lênêrîn tê dîtin kul i Suriye bi polîtîkaya serdestan komkujiyên gel tên kirin. Li Suriyê serhildanên gel despêkirin lê palîtîkaya şer ya serdestan ew der kire arenaya şerê qirêj. Divê hemû hêzên navnetewiyên aştiyê ji bo bêmajiyên li suriyê tên jiyankirin bikevin nava tevgerê. Ew qirêjiya çetan kirî paqij bikin. Ez bang li hemû aktîvîstên aştiyê dikim li hemberî şerê li Suriyê tê meşandin bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.”
‘Bi qasî yên şer dixwazin yên aştiyê dixwazin jî hene’
Aleksandro wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ez di wê baweriyê demek ku şerê qirêj yê li Suriye tê meşandin dikare bi li hev kombûnek ya maseyê aştiyê bi dawî bibe. Di cîhanê de bi qasi yên şer dixwazin û ser şer rantê dikin yên aştiyê û cîhanek xweşik jî dixwazin hene. Ji ber wê jî divê aştîxwaz bêyî ferqa durî û nêzîkbûnê bêxin navê li hemberî hemû bêmafiyên heyî têbikoşin. Nihal i Suriyê komkujiyên gel tên kirin û çî ji destê met ê divê em li hemberî vê rawestin.”
‘Dê berxwedana gel bi azadiyê bi dawîbibe’
Aleksandro anî ziman k udi mehên derbasbûyî de li Ukrayna gel hemberî rêveberiyê rabû û ew çalakiyên erênîne û wiha berdewam kir: “Lig ora min serhildanên gel li Ukrayna rast û giringin. Heger mirov li serhildanên gel yên li wê çêdibin mafdarin yan bê mafin binêre ji xwe serhildanên gel bi xwe çêbûne. Yanî hêzên serdest tevlî wan serhildanan nebûne. Ji ber wê jî venegeriya şerê qirêj. Divê li Suriyê jî wiha bûbana. Lê nebû. Ji ber dewlemendiyên bi xak yên Rojhilata Navîn deshilat bi zanabûn dikevin navê.” Aleksandro bilêv kir ku dê berxwedana gel ya mafdar bi azadiyê dawî bibe û wiha domand: “Niha Rojavayî vê pêktînin. Lê ji aliyê çeteyena ve tê astenk kirin. Ji bo ku mînaka Rojava li tevahiya Suriyê belav bibe divê li ser maseyê aştiyê runin û ji bo modela jiyanek nû xebat bên kirin.”
(zt)

