Li Amedê dê Konferansa Jinên Ciwan bê li darxistin
10:16
JINHA
AMED – Dê ji aliyê Meclisa Jinên Ciwan ya BDP’ê ya Amedê ve Konferansa Jinên Ciwan bê li darxistin. Dê 3’emîn Konferans Jinên Ciwan di 17-18’ê hezîranê de bi duruşma “Dê Jinên Ciwan bi Eşqa Serokatiyê Jiyana Azad Avabikin” de bê li darxistin. Dê di konferansê de ji bajarên herêmê û tevaya Tirkiyê 400 jinên ciwan beşdar bibin. Dê di konferansê de deshilatiya 5 hezar salan bê nîqaşkirin. Li gel wê jî ji bo nêbazên çareseriyê pêşkniyar bên kirin.
Dê Meclisa Jinên Ciwan ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê ya Amedê derhilatiya mêran ya 5 hezar salan ser jiyana jinan nîqaş bikin û ji boy î wê çareseriyan dayînin. Dê 3’emîn Konferans Jinên Ciwan di 17-18’ê hezîranê de bi duruşma “Dê Jinên Ciwan bi Eşqa Serokatiyê Jiyana Azad Avabikin” de bê li darxistin. Dê Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH), endamnên Meclisa Jinên Ciwan ya BDP’ê jî di nav de ji herêmê û tevaya Tirkiyê 400 jinên ciwan beşdar bibin. Amadekariyên konferansa ku dê li Salona Konferansê ya avahiya Navenda BDP’ê ya Amedê pêkbê bi hamû leza xwe berdewam dike. Girêdayî armancên konferansê Endama Meclisa Jinên Ciwan ya BDP’ê Seyran Alkan wiha axivî: “Armanca konferansa me; Ji bo hişmendiya mêran ya serdest 5 hezar salan xwe li ser keda jinan daye jiyandin û di her warî de hewil dane wan tune bi hesibînin, ji nû ve jiyandina nasnameya jinbûnêye. Li gel wê jî emê bi nêrîna îdolojiya jina azad nêrînekdin ya li jinan avakirinê binirxînin.”
Dê bi hezaran jin beşdarî konferansê bibin’
Seyran diyar kir ku . Dê di konferansê de ji bajarên herêmê û tevaya Tirkiyê 400 jinên ciwan beşdar bibin û wiha got: “Dê li gorî koteya me diyar kirî ji hemû bajarên Kuristanê û ji cihên weke Marmara, Ege, Navenda Anadoluyê û Akdenizê yên Tirkiyê 400 jin beşdarbibin. Dê zêdetiri jinên ciwan yên herêmê û tayîbetî jî yên zanîngehan beşdarbibin.”
Banga jinên ciwan ya ji bo beşdarbûna konferansê
Seyran balkişand ser rêxistinbûna jinên ciwan û wiha domand: “Bi tayîbetî gotina me ya jinên ciwan li hêza rêxistinbûna jinên ciwan xwedîderketine. Rêxistina jinên ciwan rêxistinkirina hemû jinane. Mînaka vê ya herî berçav jî şoreşa Rojava ya dibin pêşangiya jinan de tê meşandine. Lê wê jinan hêzekî gelek mezin ya parastina rewa amade kirine û deshilatiya serdestiya mêran bi erdê re kirine yek.” Di dawiyê de Seyran bang li jinên ciwan kir û wiha berdewam kir: “Divê jinên ciwan bên konferansê. Ji ber emê deshilatiya serdestiya mêran hilweşînin û di bin pêşengiya jinên ciwan de şoreşa zêhnî avabikin.”
(zt)

