Turnuvaya Voleybolê ya Jinan dest pê kir

17:22

JINHA


AMED- Turnuvaya 8’ê Adarê ya Voleybolê ya Navsaziyan a Jinan dest pê kir. Cîgira Şaredarê bajarê Mezin Hafîze Îpek pêşbirk temaşe kir û wiha got: “Spora herî xweşik jin dilîzin.”


Turnuvaya 8’ê Adarê a Voleybolê ya Jinan ku Birêveberiya Sporê a bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di navbera saziyên jinan de li dar xistiye bi kelecan dest pê kir. 


Pêşbirka ewil a turnuvayê li Salona Sporê a Şaredariya Baglarê di navbera Navenda Jinan a Cerenê û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) de hate leyîstin. Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin Hafîze Îpek, Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli, Birêvebera Şaxa Astengdaran Kezban Demîr û Berpirsa Beşa Jinan Muzeyyen Anik Aydin lê temaşe kir. 


Îpek berî ku pêşbirk dest pê bike ji leyîzvanên her du aliyên re serkeftin xwest û got, spor li ser binemayê hevgirtin û nêzîhevbûnê ava bûye. Îpek, bal kişand ku spor parçeyeke çanda gerdûnî ye, mirovên ku dîn, ziman û nijadê wan cuda ye nêzî hev dike û bi bîr xist ku spor dikare aştiya cîhanî pêk bîne. Îpek, aşkere kir ku spor li gel ku di warê saxlemiya bedenî de bo mirovan gelekî bikêr e di heman demê de moral û motîvasyona mirovan jî durist dike. Îpek weha domand, “Bi a min, spora herî xweşik dê jin bileyîzin.”  


Di endama pêşbirkê de tîma voleybolê ya SESê 3-0 bir. Pişt re Cîgira Şaredar Hafîze Îpek, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Semra Kiratli û Seroka Şaxa SESa Amedê Hulya Uyanik plaket dane leyîzvanan. 


(la)