'Abdullah Ocalan hêviya me ya aştiyê carekedinê bi hêz kir'

10:59

JINHA


AMED – Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen ê ya Amedê Dîlek Adsan pêvajoya çareseriyê ya k udi Newroza Amedê ya 2013’an de despêkirî û pêşektinên paşê derketîn holê nirxand. Dîlek ji bo pêvajoya çareseriyê gav ne avêtina Hikumeta AKP’ê rexne kir û got: “Em li ser erdnîgariyek ji provakasyonan re vekirî re dijîn. Ji ber wê jî li hêviya xwe xwedî derketin peyîwirek ya herî zore. Bi peyema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi heyetê re şandî carekedinê hêviya me ya aştiyê mezindike.”


 Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen ê ya Amedê Dîlek Adsan pêvajoya çareseriyê ya k udi Newroza Amedê ya 2013’an de despêkirî û pêşektinên paşê derketîn holê nirxand û wiha got: “Pêvajoyek ya çareseriyê ku di Newroza Amedê ya 2013’an de despêkirî heye. Divê pêşketinên ku pêvajoyê bi xwe re aniyî neyên paşçavkirin. Nehatina cenazeyan û giring dîtina jiyana mirovan pêşketinên giringin.” Dîlek diyar kir kul ê li aliyê dinê tam kawusek tê jiyan kirin. Dîlek da zanîn ku ew wateyê nade çêkirina van kalekol, qereqol, xendek û bendavan. Dîlek balkişand ser kumkujiya Lîcê û destnîşan kir ku jiyan kirina van komkujiyan dişibe yên salên 1990’an.


‘Êdî pirsgirêka kurdan nîne ya Tirkiyê heye’


Dîlek anî ziman ku ew bi dewletek ya pêvajoya çareseriyê bi veşartî dike re rubirune û wiha domand: “Ez nafikirim kul i Tirkiyê pirsgirêka kurdan heye. Berevajî ez difikirim ku pirsgirêka Tirkiyê bi xwe heye. Heta niha bi gotinên nijadperestî bi rêya medyayan kirine. Ez di wê baweriyê deme ku dê medya êdî zimanek yê aştiyane bi xwebitîne û rêya çareseriya demokratîk bişopîne.” Dîlek destnîşan kir ku ew ji bo pêvajoya çareseriyê zimanê medyayê gelek êm dibîne. Dîlek derbirî ku heyeta HDP’ê daxuyaniyek pir erênî da lê ve daxuyanî di mediyayan de vegeriya zimanên cuda. Di medyayên Tirkiyê de bi awayekî nerênî hati dayîn.


‘Divê pêvajoya çareseriyê bingehê zagonî dane’


Dîlek bilêv kir ku divê pêvajoya çareseriyê sazumaniyek zagonî amadebike û wiha berderwam kir: “Ji bo komkujiya Lîcê li tu cihên dinê çênebin tu ewlehî nîne.” Dîlek ji bo avakirina sazumaniyek zagonî û gav avêtina hikumetê bang kir û got: “Em li ser erdnîgariyek ji provakasyonan re vekirî re dijîn. Ji ber wê jî li hêviya xwe xwedî derketin peyîwirek ya herî zore. Bi peyema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya bi heyetê re şandî carekedinê hêviya me ya aştiyê mezindike.”


‘Divê gel li pêvajoyê xwedî derkevin’


Dîlek balkişand ser şertên giran yên Girtîgiha Îmralî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têde jiyan dike li gel wan zoriyan jî kaosa Rojhilata Navîn di navdene tespît diki û her dem ji bo avabûna aştiyê sazumaniyê çêdike. Dîlek anî ziman ku gel li hemberî çêkirina kalekol, qereqol, xendek û bendavan bê deng namînin û wiha got: “Gel xwe li hemberî rewşa heyî diparêzin. Lê divê hêviya xwe ya aştiyê jî ne qedînin. Li hemberî rewşên porvakasyonan hîna zêdetir sakîn û bi hestiyarî tevbigerin. Ji ber divê li pêvajoyê xwedî derkevin.”


 (zt)