Di kombûna nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê cîh negirina jinan
12:02
JINHA
HEWLÊR - Amadekariyên kombûna kombûna hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin. Lê li gorî agahiyan dê jin di navê de cîh negirin.
Kombûna ber ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya berê tenê jinek di navê de hebû. Niha cardin amadekariyê kombûna hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin. Lê li gorî agahiyên hatine girin dê vê carê tu jin cihê xwe di kombûnê de negirin. Parlementerên Jin yên Herêma Federala Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê helwesta mêrên Parlementoyê dan. Endama Parlamentoya Kurdistanê ya Tevgera Goran Êvar Birahîm diyar kir ku nabe hemû wezîrên hikûmeta nû ya Kurdistanê tenê mêr bin. Êvar da zanîn ku heger rewşek wiha derkeve pêşiya wan dê weke jin bê deng nemînin.
(zt)

