Sema Yuce bû pirek ji agir
09:28
Melek YUKSEL/ JINHA
AGIRÎ – Yek ji pêşengên tekoşîna gelê kurd Sema Yuce… Piştî ku pêşengên tekoşîna gelê kurd naskir ji xwe zêdetir ji bo hevalên xweyên jin bi navê layêqbûna tekoşînê qet ne sekinî. Ji bo ronîkirina jiyanê dilê wê bû pirek ya ji agir li gel beden û ramanên wê. Her ku dişewitî dibû Newro, her ku dişewitî dibu azadî…
Sema Yuce rewşa serhildan û berxwedanê ya beden dîtiye. Wê dabû peyî şopa Zekiyeyan, Rahşanan, Bêrîvanan, Ronahiyan û Zîlanan. Ji bo ronîkirina jiyanê dilê wê bû pirek ya ji agir li gel beden û ramanên wê. Her ku dişewitî dibû Newro, her ku dişewitî dibu azadî. Ji agir bû rastiyek. Sema l idi sala 1971’ê de li gundê Kargala yê navçeya Tutaxa Agiriyê çavên xwe li cîhanê vekiriye. Perwerdeya xwe heta dawiya lîsê li wê dît û ji bo xwendina zanîngehê çubû Enqereyê. Dema ku Sema li Enqereyê Zanîngeha Teknîka Rojhilata Navîn ya Enqere (ODTU) ê dixwend di sala 1988’an de PKK’ê nas dike. Dema ku PKK’ê nas dike êdî jiyanê civakê û ya herî giring jî kesayeta xwe dixe nava lêpirsînan. Sema di sala 1991’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe. Piştî salek û nîvê li Agiriyê şikayeta wê tê kirin û tê girtin. Dema hat girtin jî îskenceyên giran dît. Piştî pêvajoya binçavan û îskenceyê derxistin dozgeriyê û 22 sal ceza danê. Despêkê birin Girtîgeha Nevşehîrê û paşê jî sirgunî Girtîgeha Çankayeyê kirin. Di 21’ê Adara sala 1998’an de li heman girtîgehê çalakî kir, giran birîndarbû û rakirin nexweşxanê. Di 17 Hezîrana sala 1998’an de jinên Semabûnê bi cîh heşt û çavên xwe li jiyanê girt.
‘Sema baweriya xwe ya wekheviyê jiyanî kiriye’
Dayîka Sema ya navê xwe di dîroka tekoşîna jinên kurd de bê dawî hêlaye Zennure Yuce wê vedibêje. Zennure diyar kir ku Sema ji jinên derdurê cudabû. Zennure anî ziman ku her dem Sema xwe pêşde dibir, lê tu carî ev yek li hemberî mirovên dinê ne xebitand û got: “Sema dixwest her kes wekehv be û hewil dida vê bixe jiyanê. Ji ber em ji malbara şêxanin mêvanên me pir dihatin. Bê guman xebatkarên malê di westiyan. Sema ji vê rewşê gelek hêrs dibû. Her dem ji bom in digot: ‘Çima tu naxebitê karê xwe bi hineke dinê didê kirin. Tu jî bixebite.’ Piranî bi xebatkarên nava malê re dixebitî. Li gel min dihat ber pez. Di dema nan çêkirinê de alîkariya min dikir. Tucarî bi hişmendiya weke ‘Ez xwendekarim, li bajar mezinbûme yan jî vî karî nikarim bikim’ nêznedibû.”
Di 7’ê Nîsanê de tevlî nava PKK’ê bû
Zennure qala naskirin û beşdarbûna Sema ya nava refên PKK’ê kir û wiha got: “Sema Zanîngeha Teknîkê ya Rojhelata Navîn ya Enqerê qazanc kir. 2 sal li Enqereyê bi tenê ma. Sala 3’emîn li ser daxwaza wê ez û xwişk û birayê wê em çun li gel wê bi cîh bûn. Dema em çun li gel wê piştî demekê min ferq kir ku Sema nakeve wandeyên xwe. Dema kum in pirsî çima nakeve waneyên xwe. J imin re diyar kir ku ew ji wî beşî hes nake. Ji bo beşê xwe bi guhere amadekariyên ezmûnan dike. Ez jî bi ser de neçum. Bi Sema re tuştên cuda hebû min hîs dikir. Lê ez qet tênedigihiştim. Gelek caran dereng dihat malê. Her dem tuştek dixwend. Dema ku dest ji Zanîngehê berda di Rojnameya Ozgur Ulke de dixebitî. Piştî dem ali vêderê di xebitî di 7’ê Nîsanê de hîn bûm kul i Mêrdînê tevlî nava refên PKK’ê bûye.”
‘Her dem şikayêt ser wê hebû’
Zennure da zanîn ku piştî beşdarbûna Sema ya nava PKK’ê herdem ew rastî tundiyê hatine û wiha domand: “Piştî ku Sema tevlî nava PKK’ê bû tu sedem li holê nebana jî derdora me em êxbar dikirin.” Zennure destnîşan kir ku her roj bi ser mala wan de digirtin bavê Sema dibirin qereqolê û îskenceyên giran lê dikirin. Zennure derbirî kul i gel wan hemû tundiyan jî kesê alîkariya wan nedikir.
‘Li gel wan hemû îskenceyan jî ne peyîvî’
Zennure piştî beşdarbûna Sema nava PKK’ê wê ji bo kar şandine Agiriyê û li wê di encama êxbarekê de hatiye girtin wiha dinirxîne:
“Sema li Agiriyê hat dunyayê û li Agiriyê xwend. Sema ji aliyê gelê Agiriyê ve dihat nasîn û dizanîn tevlî nava PKK’ê bûye. Yek ji yên Sema nas dikir ew êxbar kir û paşê hat girtin. Sema 18 rojan dibin çavan de ma. Piştî 18 rojan Sema birin girtîgehê û bavê wê çu ew dît. Di dema binçavan de her dem hatibû îskence kirin. Lingên wê werimîbûn, binê lingên wê hembû bûyîbû avik û nedikarî rêde biçe. Lê li gel wan hemû îskenceyan jî ne axivîbû. Pştî pêvajoya lêprsînê Sema derxistin dozgeriyê. Li wê Sema parastina netewiya gelê kurd û PKK’ê kir. Di encama dadgehê de 22 sal ceza dan wê û sirgunî Girtîgeha Nevşehîrê kirin. Piştî demekê ew sirgunî girtîgeha Çankayayê kirin.”
‘Ez Weke Raşan ê Newrozbûyînê dixwazim’
Di dema girtîgeha Çankaya yê de beriya çalakiya xwe ya 21’ê Adara sala 1998’an di nameya ku dibîsîbû de pêdiviya bi çalakiyek wiha dayîbû diyar kirin. Sema balkişandibû ser giringiya tekoşîna azadiya jinan û girêdana xwe ya bi PKK’ê ve bi van gotinan anîbû ziman:
“Ez dexwazim bi agirê dil, mejî û bedena xwe bibim pirek navbera 8’ê Adarê û Newrozê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş yê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdên me, weke Zekiye bişewitim û weke Raşan bûyîna Neweroz dixwazim. Dixwazim di şopa hevalên xwe yên dinê Bêrîvan, Ronahî, Mirza Mehmed û Eser de bi biryar bimeşim.”
(zt)

