'Pirtûka Despêkê' bi wêne û hevoksaziya xwe bala zarokan dikişîne

09:33

Şêrîn Hiso /JINHA


AMED- Mamosteyê zimanê kurdî  Eşref Keydanî pirtûkek nû ya hînbûna ziman a bi navê ‘Pirtûka Destpêkê’ amadekiriye. Mamosta Eşref di derbarê amadekirina pirtûkê de wiha got:" Armanca me ew bû ji bo zarokan pirtûkek taybet bê amadekirin. Wêneyên û hevok saziyên pirtûkê  li gorî pedegojiya zarokan e.”


Mamosteyê zimanê kurdî  Eşref Keydani yê kul i  KURDÎ-DER’ê waneyên zimanê kurdî dide pirtûkek nû ya hînbûna ziman amadekiriye. Navê pirtûkê ‘Pirtûka Destpêkê’ ye. Mamosta herî zêde ji bo kesên qet kurdî nizanin û ji bo zarokên nû hînî xwendin û nivîsînê dibin pêdivî bi pirtûkeke wiha dîtiye. Amadekariyên pirtûkê salekê domandiye. Pirtûk di Mijdara sala 2013’an de ji weşanên Edubba derketiye.  Naveroka pirtûkê ji 12 beşan pêk tê. ‘Pirtûka Destpêkê’ ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve hat çapkirin. Her wiha  ‘Pirtûka Destpêkê’ di refên gelek pirtûkxaneyan de cîh girt. Girêdayî amadekariyên pirtûkê Mamosta Eşref Keydanî  wiha anî ziman:“Me dît ku pêdiviya me ji bilî pirtûkên rêziman  bi pirtûkek destpêka hînbûna zimanê kurdî heye. Ji ber  ku hin şagirtên qet bi kurdî nizanin  ew  jî kesên Tirk ,Ereb  yan jî  Almanin  dixwazin kurdî hîm bibin.”


Rengîn bûna wêneyên nava pirtûkê bala zarokan dikişîne


Pirtûk bi rengînbûna xwe bala zarokan dikşîne ji ber ku bandora reng û wêneyan di pirtûkên hinkirinê ser zarokn heye . Beşa yekemîn ya piryûkê hînkirina Alfabeya kûrdî ye. Di beşa yekemîn de diyalogên naskirin û xwe pêşkêşkirina kesan jî  heye. Beşa duyemîn ji navê alavên polê, hejmar û qertafên nîşanê pêk tê. Herwiha di pirtûkê de hînkirina seatê û hevok, pirsê jiyana rojane jî heye. 


‘Pirtûk li gorî pedegojiya zarokan amade bûye'


Mamosta Eşref da zanîn ku armanca wan ya sereke ji bo amedekirina ‘Pirtûka Destpêkê’ ew bû ku pirtûkek hînkirina zimanê kurdî ji bo zarokan hebe. Eşref destnîşan kir ku Pirtûka destpêkê li gorî  pedegojiya zarokan hat amedekirin û wiha axifî: “Armanca me ew bû ji bo zarokan pirtûkek taybet bê amadekirin. Me xwest ku ji bo zarokan pirtûkek taybet çapbikin. Di vê pirtûkê de gelek tişt  me li  gorî pedegojiya zarokan amade kir.  Wêneyên wê an jî hevok saziyên pirtûkê  li gorî pedegojiya zarokan e. Bi vî awayî me ev pirtûk xist xizmeta hînkirina zarokan.”


‘Amadekariyên pirtûkê salekê domand’


 Eşref anî ziman ku amedakariyên pirtûkê salekê dewam kir û wiha got: “ piştî ku daxwaziyek ji saziyên me hat di derbarê pirtûkeke ya despêka hînbûna ziman ji bo kesên qet bi kurdî nizanin. Me jî di sala 2010’an de dest bi amadekariyên pirtûkê kir. Nêzî salekê amadehiya pirtûkê berdewam kir.”


‘Min hewil dida ku pirtûk bê kêmanî derkeve’


Eşref bilêv kir k udi dema lêkolînê de ew li zimanên cuda yên weke tirkî û înglîzî jî geriyaye, rêmizana wan berhev kiriye û wiha domand: “Dema ku  min amade dikir ez li  gelek pirtûkên cîhanî  yên  îngilîzî, tirkî , firansî  vegeriyam  û min di wan pirtûkan  de lêkolîn kir. Mîzanpaja pirtûkê sal û nîvekê dewam kir. piştî ku mîzanpaja pirtûkê qediya me hema çap ne kir. Me wekî fotokopiyan di polên xwe de bi kar anî. Dema ku me dest pê kir me wane ji ‘Pirtûka Destpêkê’ da.  Gelek kêmasî tê de hebûn  ji ber vê yekê me xwest em rexne û pêşinyara hevala jî bibînin armanca me jî ew bû ku pirtûk bi awayekî tekûz derkeve û kêmasî tê de tune bin.”


(şh/pk/zt)