Sendikaci: Di pêvajoya AKP’ê de her ku diçe teşeronî zêde dibe
09:57
Derya CEYLAN - Sarya GOZUOGLU/ JINHA
AMED – Di nava torbeyê zagonan yê ji 60 madeyan pêkdihat ku hikumeta AKP’ê di 30’ê Gulanê de pêşkêşî TBMM yê kirî de ji bo ku zêdetir teşeroniyê rewa nîşan bidin hinek madeyên weke destura salê, emekcîbûyîn û tezmînatê têde hene. Sekretera Jinan ya Tum Bel – Sen ê Gulîzar Guneş diyar kir ku di nava xebatên civakî de teşeron bûyîn bi xwe re pirsgirêkan zêde dike. Gulîzar da zanîn ku di dema hikumeta AKP’ê de teşerontî zêdebûye.
Di tevahiya cîhanê de bi kedekî mezin û muçeyekî kêm kar kirin bi kapîtelîzmê re despêkiriye di roja îro de bi teşeroniyê tê navkirin. Pir ked dayîn û kêm muçe girtina bi şoreşa pîşesazî û endustiryalîzmê despêkirî di roja me de hîna berdewame. Li Tirkiyê jî ji sektorên fermî heta karên civakî her ku diçe pir kar kirin û kêm muçe girtin zêde dibe. Bi kedek mezin kar kirin û muçeyek kêm girtin di sala 1985’an de nava saziyên civakî de despêkiriye û her diçe zêde dibe. Pergala teşeroniyê ya ku bi faciyeya navçeya Soma ya Manîsayê di madenê de hat jiyan kirin û 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan re carekedinê kete rojevê. Di nava torbeyê zagonan yê ji 60 madeyan pêkdihat ku hikumeta AKP’ê di 30’ê Gulanê de pêşkêşî TBMM yê kirî de de ji bo ku zêdetir teşeroniyê rewa nîşan bidin hinek madeyên weke destura salê, emekcîbûyîn û tezmînatê têde hene. Sekretera Jinan ya Tum Bel – Sen ê Gulîzar Guneş jî mijara teşeroniyê nirxand û da zanîn ku divê li pêşiya teşeroniyê bê girtin. Serokê Şaxa 2’emîn yê Genel Îş ê yê Amedê Mehmed Çelîk jî derbirî ku ew dê li hemberî teşeroniyê û torbê zagonan dakevin kolanan.
‘Mijara teşeroniyê ji aliyê hikumeta AKP’ê ve her diçe zêde dibe’
Sekretera Jinan ya Tum Bel – Sen ê Gulîzar Guneş destnîşan kir ku pergala teşeroniyê ji serdestan re kar dike. Gulîzar anî ziman ku pergala teşeroniyê di sala 1985’an de li Tirkiyê despêkiriye û got: “Pergala teşeroniyê bi hikumeta AKP’ê her ku diçe zêde dibe. Niha bi qasî 661 hezar personel weke teşeronan dixebitin. Ev pergal bi giştî di berjewendiyên serdestan de dixebite.”
‘Personelên teşeron ewlehiyê dixwazin’
Gulîzer bilêv kir ku pergala teşeroniyê carekedinê bi faciyeya Somayê re kete rojevê û wiha got: “Heger dê pergalek bikeve jiyanê divê despêkê amadekarî ji bo wê bên kirin. Piştî wendakirina ewqas can AKP qala guherîna sazumaniya teşeronan dike. Ev bi awayekî tez di 30’ê gulanê de pêşkêşî TBMM yê kir. Di xwazin bi hinek madeyên sivik yên weke girtina bin ewlehiyê ya muçeyê teşeronan di bankayan de razandina wan ser pirsgirêkên teşeronan bigirin. Lê teşeron ewlehiya jiyan xwe, tenduristiya xwe û cihê karê xwe dixwazin.”
‘Emê ji bo mafê teşeronan karbikin’
Gulîzaro wiha axaftina xwe berdewam kir: “Divê madeya teşeroniyê di meclisê de neyê derbaskirin. Divê sendîka ji bo wê têkevin nava hewildanan. Divê em ji teşeroniyê û koletiyê re bêjin bese û dakevin qadan. Divê herî zêde personelên teşeron di vê mijarê de dengê xwe derxînin. Lê ji tirsa dê ji kar bên avêtin newêrin tuştekê bikin. Ez difikirim ku em saziyên civakiyên sivîl ji bo vê rewşê karekê bikin.”
‘Wateya peyîva teşeron bi birçîbûnê terbiye kirine’
Serokê Şaxa 2’emîn yê Genel Îş ê yê Amedê Mehmed Çelîk jî diyar kir ku gotina teşeron peyîfek firansiye wateya wê jî “Pir xebitîn û kêm muçe girtine.” Mehmed da zanîn ku wateya teşeronbûyînê “Bi birçîbûnê terbiyekirine” û wiha tê navkirin û got: “Li herêmê teşeron bi awayekî cuda tê karanîn. Ji ber di bin sînorê birçîbûnê de xebitandin heye. Me li hemberî vê pergalê heta niha bertekên xwe anîne ziman û emê hîna berdewam bînin ziman. Ji ber di heman demê de teşeronî bê ewlebînê bi xwe re tîne.”
‘Ewlehiya canê karkerên teşeron nîne’
Mehmed bal kişand ser bê ewlebûna canê teşeronan û wiha got: “Ji bo pirsgirêkên karkerên di saziyên civakî û serktorên fermî de dixebitin tu sazumanî û nûbûn nîne. Di saziyên ku karker tê de dixebitin de jî ewlehiya canê karkeran nîne. Ji ber karmend di derdê sermayeyê xwe denin. Jiyana karkeran ne di xema wandene.”
‘Divê mafên bi dest xistine bikevin bin ewlehiyê’
Mehmed anî ziman ku divê bi gîştî pergala teşeroniyê ji holê bê rakirin û wiha domand: “Pergala teşeroniyê tundiyek derunî ser karkeran dide çêkirin. Her dem karker di tirsa dê ji kar bê avêtin yan jî ji ber nebûna ewlekariya cihê kar dê qezayek bê serê wan de dijîn. Ji ber vê jî divê ew mafên ku karkeran bi dest xwe ve gihandin bi madeyên zagonî têkevin bin ewlehiyê. Divê ew deruniya ku karker di navê de dijîn bi giştî bê guherîn. Ji bo bê guherîn jî divê bi giştî pergala teşeroniyê ji holê bê rakirin.”
(zt)

