Keçên Silêmaniyê bi pêşangehekê hunerê xwe nîşan dan

10:47

JINHA


SILÊMANÎ – Ji aliyê Navenda Rewşenbîrî û Huner ya Hêviya Nû ya Silêmaniyê ve ji bo pêşandana hunerê dawiya salê ya keçên ciwan pêşangehek hat vekirin. Keçên ciwan bi duruşma ‘Serîhilde bo mafên xwe’ hunerê xwe nîşan dan.


Li Bajarê Silêmaniyê Navenda Rewşenbîrî û Huner ya Hêviya Nû ya Silêmaniyê ji bo pêşandana hunerê dawiya salê ya keçên ciwan pêşangehek vekirin. Pêşangeh li hola tewar a bajarê Silêmaniyê hat vekirin. Keçên ciwan di çarçoveya grafîk de hunerê xwe pêşkêş kirin û Salona pêşangehê bi hunerê xwe yên renga reng xemilandine. Pêşangeh bi duruşma ‘Serîhilde bo mafên xwe’ hat vekirin. Keçên ciwan di hunerê xwe de bal kişandine ser xem û janên jinên kurd.


Pêşangeha keçên ciwan ji aliyê welatiyên Silêmaniyê ve rastî eleqeyek mezin tê. Heta niha gelek hunermend û huner hez serdana pêşangehê kirine.

(zt)