Li Edeneyê qetilkirina İbrahim hat protesto kirin

11:39

JINHA


EDENE – Ji bo protestokirina qetilkirina zarokê 15 salî Îbrahîm Aras ji aliyê polîsan ve şevê dinê heta derengiya şevê li taxên Hurriyet û Gulbahçe çalakî berdewambûn.


Li Edeneyê zarokê 15 salî Îbrahîm Aras bi guleya polîsan hat qetilkirin. Ji bo protestokirina qetilkirina zarokê 15 salî Îbrahîm Aras şevê dinê heta derengiya şevê li taxên Hurriyet û Gulbahçe çalakî berdewambûn. Welatiyan bi keviran bersiva mudaxeleya polîsan dan. Di çalakiyên li taxa Gulbahçe de bi mudaxeleya polîsan 3 kes birîndarbûn. Birîndar rakirina Nexweşxaneya Numune ya Edeneyê.


Çalakiyan heta direngiya şevê berdewam kirin.


 (zt)