Ji delegeyên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bang
12:04
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo destnîşankirina siyaseteke hevpar a Kurdan delegeyên Bakurê Kurdistanê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd bi daxuyaniyekê banga yekitiyê kirin û gotin: "Em li ser navê delegeyên Bakurê Kurdistanê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd bang li hemû delegeyên Komîteya Amedekar a Kongreya Neteweyî û hemû partî û rêxistinên Kurdan dikin ku di demeke wisa girîng a rewşa Rojhilata Navîn de Komîteya Amedekar bicive.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser qewimîn û pêşketinên li Rojhilata Navîn û ji bo destnîşankirina siyaseteke hevpar a Kurdan bal kişand ser girîngiya kombûna Kongreya Neteweyî.
Di daxuyaniyê de ev nirxandin û bang hat kirin:
"Em li ser navê delegeyên Bakurê Kurdistanê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd; Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Adem Ozcaner û Mulkiye Bîrtane; bang li hemû delegeyên Komîteya Amedekar a Kongreya Neteweyî û hemû partî û rêxistinên Kurdan dikin ku di demeke wisa girîng a rewşa Rojhilata Navîn de Komîteya Amedekar bicive.
Di dîrokê de, her gav plan û projeyên desthilatdaran hem li ser Rojhilata Navîn hem jî bi taybetî li ser Kurdistanê hebûne, îro jî ev siyaset her berdewam e. Ji ber vê yekê jî divê projeyeke hevpar a Kurdan jî hebe.
Kurd siyaseta hevpar tenê bi kombûna Kongreya Neteweyî dikarin pêk binin.
Li ser vê esasê, em dixwazin bê zanîn ku ev êrîş û guherînên dawî yên ku li Iraqê rû didin, hem ji aliyekî ve destketiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixin xetereyê hem jî ji aliyekê ve ji yekîtiya gelê Kurdistanê re derfet û firsendan çêdike.
Divê Kurd jî ji bo ku siyaseteke hevpar a ku xizmeta berjewendiyên Neteweyî ya gelê Kurd û Kurdistanê pêk bîne di demeke kurt de bi lezgînî li hev bicivin."
(pk/zt)

