Hat îdiakirin ku li Qilabanê jinek ciwan xwe întihar kiriye
13:34
JINHA
ŞIRNEX - Li gundê Kiror yê Qilebanê hate îdîakirin ku jina 20 salî a bi navê Sevîm Oslu, xwe kuştiye.
Li gundê Kiror a li ser Qilebana Şirnexê, hate îdîakirin ku jina 20 salî, di tesîsên masiyan ya li duryana gund de bi keleşînkofê xwe kuştiye. Oslu, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê, lê li gel hemû mudaxaleyan nehate rizgarkirin. Piştî bûyer hate bihistin, hevşaredara Qilebanê Zeynep Urgen, li gel sedan welatiyan hate ber nexweşxaneyê. Urgen diyar kir ku ji ber bûyerê gelek xemgîn bûne û êdî ew tu demê rê nadin mirinên wiha. Piştî, ku Dozgerê Qilebanê, di Nexweşxaneya Qilebanê de li ser cenaze otopsiya destpêkê kir, cenazeya Oslu şand Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Ekîbên Lêkolînkirina Cihê Bûyerê jî ji bo lêkolînê çûn gundê Kirorê.
(zt)
