DOKH: Emê de 24’ê Haziranê de ji bo Azadiya Serokatiya xwe biqêrin

14:28

JINHA


ŞERNEX – Dê di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ di 24’ê Hezîranê de li Silopiya bi duruşma ‘Azadî Demokratîk Çareserî û Aştiyê’ mitîngekê li darbixin. Endama Komîteya Amadekar ya mitîngê Jiyan Demîr banga tevlîbûna mitîngê li hemû jinan û tevayî welatiyan kir û got: “Emê di mitîngê de azadiya Serokatiyê biqêrin.”


Dê di çarçoveya kampanyeyaTevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ di 24’ê Hezîranê de li Silopiya bi duruşma ‘Azadî Demokratîk Çareserî û Aştiyê’ mitîngekê li darbixin. DOKH’ê bi boneya mitînga xwe civîna çapemeniyê li darxistin. Civîna çapemeniyê li avahiya BDP’ê pêkhat. Di civînê de DOKH, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevşaredarên Silopiyayê Emîne Esmer û Seyfettin Aydemir û Hevseroka BDP’ê ya navçeyê Mewlîde Şik amadebûn.


Banga beşdarbûna mitîngê


Bi navê Komîteya Amadekar ya mitîngê Jiyan Demir axivî. Jiyan diyar kir ku ji bo mitînga 24’ê Hezîranê dê lezê bidin xebitên xwe. Jiyan banga beşdariya mitîngê kir û wiha got: “Em hemû welatî û tayîbetî jî jinên gund, bajarok, navçe û navendan vedixwînîn mitîngê.” Jiyan anî ziman ku dê ji bo Azadiya Ocalan biqêrin û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin û wiha domand: “Êdî hemû jin dixwazin Serokê xwe li gel xwe bibînin. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Ji ber wê jî dê jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe li qadan bin.”


Dê parlemanterên jin yên HDP’ê weke axaftvan beşdarî mitîngê bibin


Jiyan destnîşan kir ku dê mitînga 24’ê Hezîranê li Qada Newroyê ya nû ya li taxa Yenîşehîrê di saet 16.00’an de pêkbê. Jiyan derbirî ku amadekariyên mitîngê bi hemû leza xwe berdewam dike. Jiyan bilêv kir ku dê Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Selma Îrmak û Parlementa HDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan weke axaftvan beşdarî mitîngê bibin. Weke dinê Jiyan anî ziman ku dê di mitîngê de Hunermend Axîn, Hozan Dîno û hunermendên suprîz derkevin dikê.


 (zt)