Girtiyên jin re kart hat şandin

10:50

JINHA


STENBOL –  Jinên endamên TMMOB, TTB, KESK, DİSK û Koordînasyona Jinan a SGBP’ê girtiyên jin re kart şand û 8’ê Adarê li hemû jinên girtî pîroz kirin.  


Jinên endamên TMMOB, TTB, KESK, DİSK û Koordînasyona Jinan a SGBP’ê kartên rengîn yên ku bi deste xwe çêkirin girtiyên jin ên siyasî re şandin. Jin li ber postexaneya Kadikoyê civiyan û daxuyaniyek dan û piştre kartên ku amade kirin girtiyên jin re şandin.


Jinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser operasyonên ku li hemberî jinên muxalîf û siyasetmedaran pêk tê û da zanîn ku pergal jinên bi vî rengî li hemberî xwe wekî xetere dibine. Di daxuyaniyê de jinan bal kişand ser rewşa Pinar Selek û her wiha qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Jinan, destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê her tim pergalê ditîrsine û lê hewceye ku bêtir jin yekitiya xwe biafirînin. Jinan, got ku dê di 8’ê Adarê li qadan bin û li hemberî zext û zordariyan denge xwe bilind bikin.


(la)