Jinên kurd rengê xwe bi wêjeyê diguhêzin
08:44
JINHA
AMED – Nivîskara Kovara ‘Wêje û Rexne’ ya ku bi zaravayên kurdî kurmancî, kurmanckî û Soranî tê weşandin Ozlem Akkan axivî û got: “Di salên 80’ê an de li Tirkiyê heta K ye kurdî jî qedexebû. Em îro bi wî zimanê qedexe roman, çîrok, xeberoşk, serpêhatî, meqale, ceribandin û nivîsên rexneyî dinivîsin. Wêje li jinan tê. Divê jinên kurd rengê xwe bi wêjeyê bidin guhestin. Ez di wê baweriyê deme ku dê wêje bi jinan bê tackirin.”
Kovara ‘Wêje û Rexne’ di çileya sala 2014’an de ji aliyê Kuluba Xwendinê ya Amedê ve li Amedê hat weşandin. Kovara ‘Wêje û Rexne’ ya ku bi zaravayên kurdî kurmancî, kurmanckî û Soranî di encama xebatek ya 4 mehan de hat weşandin. Kovar di her hejmarek ya xwe de cîh dide gelek meqaleyên rexneyî. Kovar di her hejmarek ya xwe de cîh dide wêjevanek yê ked di ber wêjeyê de dayî û ciheke giring dide wan. Dê di hejmara xwe ya 3’ê emîn de cîh dide dosyeya wêjeya kurdan û cîhanê de sînorên erdnîgarî, hişmendî, ziman û nasnameyan. Kurd di aliyê wêje, ziman, siyasi û ramanî de yên herî hatîn parçekirine û gelê herî zêde ji vê parçebûnê bi bandor bûne. Bi vê parçebûnê di aliyê wêje û hunerê de xwendinê armanc dike. Kovara ku heta niha 2 hijmarên wê derketîn dê hijmara 3’emîn di 10’ê tîrmehê de derkeve û bigihije ber destê xwendekarên xwe.
‘Kovara me îmza avêtiye binê rêgezên wêjeya kurdî’
Nivîskara Kovara ‘Wêje û Rexne’ Ozlem Akkan diyar kir ku rexneyên wan bi devkî giritine daxistine nivîsandinê û wiha got: “Weke Endama Kuluba Xwendinê ya Amedê em du hefteyan hatin ba hev ew berhemên kurdiyên me xwendî analî û rexnedikir û dinixand. Paşê me xwest van rexneyên xwe yên bi defvî binivîsin. Li ser van daxwazan em xebitîn û hijmara yekem ya kovara me di çileya 2014’an de derket. Kovara me bi 3 zaravayên kurdî kurmancî, kurmanckî û Soranî nivîsên rexneyî, meqale û ceribandinan tê weşandin. Kovara me îmza avêtiye binê yekem rêgezên kurdî. Mînak ez bûm jina yekem ya bi zaravayê kurmanckî nivîsên rexneyî di nivîsim.”
‘Kovara me lig elek bajarê Tirkiyê tê xwendin’
Ozlem destnîşan kir ku ji bo derxistina Kovara Wêje û Rexne ew 15 kes weke peyîwirdar dixebitin û wiha domand: “Her dem di asta derketina kovarê de 15 kes peyîwirê digirin. Carnan jî di mijarên weke wergerê de hinek hevalên dinê jî alîkariya me dikin û carnan jî hejmara me di gihije heta 30 kesan jî.” Ozlem derbirî ku Kovara Wêje û Rexne ya ku dê hijmara 3’emîn di 10’ê Tîrmehê de derkeve ne tenê di refên pirtûkxaneyên Amedê de cîh digire û wiha berdewam kir: “Kovara me ya kul i Amedê derdikeve di refên pirtûkxaneyên Tirkiye, Ewrupa Amsterdam û Stockholmê de jî cîh digire.”
‘Her nivîsek rexneyî deriyekê li pêşiya wêjeyê vedike’
Ozlema anî ziman ku nivîsên rexneyî gelek giringin û nivîsîna wan jî gelek zore. Ozlem derbirî ku ji bo nivîsek rexneyî bê nivîsîn divê lêkolîn bên kirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dema ku nivîsek rexneyî tê nivîsîn divê di heman demê de neyê ji bîrkirin ku ew nivîs ji bo pêşketina wêjeyê revekirineke. Ji ber her nivîsek rexneyî pêşiya wêjeyê vedike.”
‘Li Tirkiyê di salên 80’ê an de heta K ya kurdî jî qedexebû’
Ozlem bibîr xist k udi salên 80’an de li Tirkiyê axaftina bi kurdî qedexebû û wiha got: “Heger em li demboriyê binêrin heta K ya kurdan jî qedexe kirine. Em îro bi wî zimanê qedexe roman, çîrok, xeberoşk, serpêhatî, meqale, ceribandin û nivîsên rexneyî dinivîsin.” Ozlem balkişand ser li jinê hatina wêjeyê û wiha domand: “Wêje li jinan tê. Divê jinên kurd rengê xwe bi wêjeyê bidin guhestin. Ez di wê baweriyê deme ku dê wêje bi jinan bê tackirin.”
Wêne: Melek YUKSEL
(zt)

