Zarokên koça bi zorê çopcine...
10:26
Meral GEYLANİ/JINHA
ENQERE – Hîna salek ser avabûna Komeleya Karkeran ya Paşde Vegerê ya Enqereyê de derbasnebûye bi 300 endaman rêxistina xwe mezin dikin. Li Enqereyê nêzî 6 hezaran mirovên kaxidan komdikin hene. Girêdayî rewşê Koordunatorê komeleyê Dînçer Mendioglu axivî û got: “Ji ber şerê qirêj yê li Kurdistanê tê meşan din ev pîşe hat avakirin.”
Li hemû welatên cîhanê sendîka li hemberî mêtîngeriya keda karkeran têdikoşin. Li Tirkiyê jî her roja ku diçe karker xwe dibiniya sendîkayan de bi rêxistin dikin. Yek ji van rêxistinan jî Komeleya Karkeran ya Paşde Vegerê ya Enqereyê ya k udi 18’ê Hezîkrana sala 2013’an de hatiye avakirine. Di nava salekê de endamên wê gihiştin 300’an. Bi tayîbetî jî bi giştînameya ku 5’ê Îlona sala 2013’an de ji aliyê Wezîrê Karê Hindir ve hatî belakirin û têde weke yên fermî ji şaredariyê destur ne girtine nikarin kaxidan kombikin. Bi vî awayî karç çopê li karkerên çopê hat qedexekirin. Ji bo wê jî şaredariyan ji bo yên kaxidan komdikin kincên fermî dan. Ji bo her kes nikarin wî karî bikin.
‘Despêkê bûn çopcî û paşê jî dizê çopê’
Girêdayî rewşê Koordunatorê komeleyê Dînçer Mendioglu wiha axivî: “Karê em dikin ew kaxedên bi kêrî karanînê nayê û tên avêtin komkirine. Weke vegera li berê ji wan tuştên kêrî karanînê nayên û tên avêtin tuştên nû tên çêkirin. Din ava pergala heyî de yên vî karî dikin gelek navê cuda girtin. Bi dorê navê wiha lê hatin kirin. ‘Yên çopê kom dikin’, ‘Aboriya ji derveyî ferimyetê’ û li gorî giştînameya dawiyê ya hatî weşandin weke ‘dizên çopê’hatiye bin av kirin.”
‘Civak j ime despêdike em jî nînin’
Dînçer destnîşan kir kul i Tirkiyê polîtîkaya şer ya li herêmê heyî bûye sedema avabûna vê komeleyê. Dînçer debirî ku ji ber koçkirina bi zorê mirovên koçber kar nabînin û dest bi komkirina kaxedan dikin. Dînçer anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka wan çopciyan bi şaredarî û zanîngehan re hevdîtin kiriye û wiha domand: “Heger saziyên sazumaniya civakiyên kum e pirsgirêkên xwe bi wan re par kirîn hîna ne di ferqêdene em çî dijî wê demê ev pirsgirêkeke cidiye. Hem çîn hene û hem jî dibin çînan de jî çîn hene. Civak piştî me despêdike. Em tunene. Bi salane ji ber sedemên cuda em hebûn lê niha tunene. Li Enqereyê nêzî 6 hezaran mirovên kaxidan komdikin hene. Heger em malbat, hevser û zarokên van kesan bi hesibînin wêdemê nêzî 30-40 hezar mirov dê derkeve holê.”
‘Hem civak û hem jî dewlet pirsgirêkan jiyan dikin’
Dînçer axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê şerek qirêj tê meşandin. Di salên 1990’an de bi sepandina pergala cerdevaniyê re koçên 3’emîn despêkirin. Mirov bi erdnîgarî, ziman û çandek biyanî re ru bi bu dimînin. Zoriyên weke ‘Tu dê bi tirkî bi axivê’ her çendî bi tirkî ne zanin jî lê bi zorek wiha re ru bir u dimînin. Torbeyên çopê dirêjî destê her kesê kirin û li vêderê kopcî weke pîşeyekê lê kirin. Divê mirov li ser vê bifikire. Heger karê çopê ji bo we karê duyeme, lê di heman demê de ji bo henekan jî çavkaniya jiyanêye. Ji derveyî wî karî tuştek pê jiyana xwe bikin nîne.”
‘Rêxistinbûyîn şerte’
Dînçer di dawiyê de diyar kir ku ji bo pirsgirêka çopciyan çareserbibe rêxistinbûyîn şerte.
(zt)

