Ji navçeya Surê banga ji bo ‘Mitînga Azadî û Çareseriyê’

11:22

JINHA
AMED – Ji bo mitînga di bin pêşengiya jinan de ku di 19’ê Hezîranê de di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ de dê li Meydana Îstasyonê ya Amedê bê li darxistin belavok hatin belav kirin.


Bi beşdariya rêveberên BDP’ê yên navçeya Surê ya Amedê, Hevşaredar Fatma Şik Barut û endamên Meclisa Şaredariyê jî dinavê de di Kabe û Paluke de banga tevlîbûna mitîngê li gel hat kirin.


 Ji bo mitînga di bin pêşengiya jinan de ku di 19’ê Hezîranê de di çarçoveya kampanyeya DOKH’ê ya ‘Jin ji bo Azadiya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ de dê li Meydana Îstasyonê ya Amedê bê li darxistin belavok hatin belav kirin. Mitînga çareseriyê ya ku dê bi duruşma “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” bê li darxistin, dê Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredara Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker weke axaftvan beşdarbibin. Her wiha dê hunermendên kurd bi sitiranên xwe tevlî mitîngê bibin. Dê di saet 17’an de li Meyîdana Îstasyonê mitîng bê li darxistin.


(zt)