Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin 2 mirî 1 birîndar

13:31

JINHA


KOBANÊ- Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Mebûce yê rojhilatê Herêma Kobanê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê ji bo welatiyan biparêzin destwerdan kirin. di encamê de pevçûn di navbera herdu aliyan de derketin 2 ji hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan û jineke sivîl bi guleyên çeteyan birîndar bû.


Lig ora Ajansa Nûçeyan ya Hewarê (ANHA) ê Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Mebûce yê rojhilatê Herêma Kobanê kirin. 2 ji hêzên ewlekariyê jiana xwe ji dest dan û welatiya bi navê Efrai Mihemed ya 33 salî ji pêkhateya ereb e, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Mebûce yê rojhilatê Herêma Kobanê kirin, bi guleyekî çeteyan di zikê xwe de birîndar bû. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê ji bo parastina welatiyan bikin, destwerdan kirin. di encamê de û pevçûn di navbera herdu aliyan de rûdan û çete neçar man paşve birevin.


Efrai ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanê û li vir bijîşkan emeliyatek jêre çêkirin û li gorî bijîşkan rewşa wê ji ber ku birîna wê kûr e, hinekî metirsîdar e.


(zt)