Ji DOKH'ê banga tevlîbûna mitînga Wanê
13:48
JINHA
WAN - Têkela DOKH'ê, di çarçoveya kampanya xwe ya ‘Jin ji bo Azadya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ dê di 26'ê Hezîranê de li Wanê mîtîngekê lidar bixin. Endama DOKH'ê Caziye Dûman banga tevlîbûan mitîngê kir û diyar kir ku heta Azadiya Ocalan dê li qadanbin.
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) dê di 26'ê Hezîranê de di çarçoveya kampanya xwe ya ‘Jin ji bo Azadya xwe û Serokatiya xwe di Çalakiyan denin’ li Wanê mîtînga "Ji Ocalan re Azadî" lidar bixin. Der barê mîtîngê de li avahiya Navenda BDP'ê ya Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Li ser navê DOKH'ê Caziye Dûman axivî.
‘AKP’ê ji bilî berxwedanê ti rê ji gel re nehiştiye’
Caziye da zanîn ku kampanya îmzeyan a di 15'ê Sibatê de ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin, lingê destpêkê yê vê kampanyayê ye û got: "Yek ji lingên kampanyayê jî mîtîng, daxuyaniya çapemeniyê, meş û çalakiyên kon vedanê ye. Rewşa neçareseriyê ya AKP'ê li pêşberî pêvajoya diyalogê daye nîşandan, ne avêtina gavên berçav, ji bilî berxwedanê ti rê ji gel re nehiştiye. Li berxwedanên gel re AKP wê neçar bimîne van gavan biavêje. AKP bi kalekol, bendav û rêyên ewlekariyê re di amadekariya şer de ye. Em jin, heta azadiya Birêz Abdullah Ocalan emê li qadan bin. Jİ ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku di 26'ê Hezîrana 2014'an roja Pêncşemê saet di 16'an de li Xaçerêya Çandê ya Parka Musa Anter beşdarî mîtînga me ya mezin bibin."
(zt)

