Li Amedê Konferansa Jinên Ciwan despêkir
14:46
JINHA
AMED - 3'emîn Konferansa Jinên Ciwan bi duruşma ‘Jinên Ciwan Wê Bi Evîna Rebertî, Jiyana Azad Ava Bikin’ li Amedê dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di konferansê de axivî û diyar kir ku gelê kurd di dîrokê de bi pêşengiya jin û ciwanan şoreşek pêk aniye û got, "Heta Abdullah Ocalan li Qada Deriyê Çiyê bi gel re neyê ba hev dê têkoşîna me bi pêşengiya jin û ciwanan bidome."
3'emîn Konferansa Jinên Ciwan bi duruşma "Jinên Ciwan Wê Bi Evîna Rebertî, Jiyana Azad Ava Bikin" li Salona Konferansê ya Wedat Aydin a Navenda BDP'ê ya Amedê dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û ya Êlihê Ayla Akad Ata û gelek endamên Tevgera Jinên Demokrat û Azad (DOKH) ê jî din av de bi beşdariya bi sedan jinên ciwan despêkir. Di salonê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Viyan Soran, Sakîne Cansiz, Evrim Demir, Leyla Şaylemez, Bêrîtan û Zilan hatin hildan. Her wiha di Salonê de pankartên weke “Jinên Ciwan Temînata Azadiyêne”, “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”, “Xudawendbûn, bi agirê Viyana , Semayan pêxistî re azadiyê bi tac dikin”, “Jinên ciwan birêxistin dibin azadiyê biserkeftinê tacîdar dikin", "Jinên civan stêrkên tarîreşkê ne", "Jinên Ciwan bi Giyana Şoreşê ber bi Azadiya Serokatiyê ve dimeşin”, "Mîrateya Sarayan rêya me ronî dike", "Bi Lorînên Bêrîtanlaan, di xeta Nudayan de emê agirê xwe yê azadiyê gur bikin " û " Agirê kul i Zindanan despêkiriye bi Evriman bûye gokek ji agir û digere dê bi tekoşîna YDG-K yê bigihe serkeftinê " hatin vekirin. Konferans despêkê bi duruşma "Jin Jîyan Azadî" despêkir. Jinên Ciwan bi kincên xwe yên netewî beşdarî konferansê bûn. Konferansê bi deqeyek rêzgirtin bo giyana cangoriyên doza azadiyê despêkir. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ve hat kirin.
‘Afirankarên şoreşa kurdan jin û ciwanên krudin’
Nursel di despêka axaftina xwe de got: “Xrênexwazan dixwestin di Rojhilata Navîn de gelê kurd tune bikin. Lê bi saya têkoşîna 40 salan niha gelê kurd di nava gelên birûmet de cihê xwe girtiye. 40 sal beriya niha behsa jinan jî nedihate kirin û piştî têkoşînê rê li ber azadiya jinan jî vebûye. Gelê kurd di dîrokê de tiştekî yekemîn bi dest xistiye û bi pêşengiya jin û ciwanan şoreşek pêk aniye.”
‘Emê bi Guyana xwe ya ciwan tekoşînê serbixin’
Nursel bi gotina "Ciwantî cesarete" axaftina xwe wiha domand: "Eger cesareta Sakîne Cansizê ya bê hempa neba, îro şoreşa me nedihate vê astê. Wê tif li rûyê îşkencekarê xwe kiribû. Mazlûm Dogan û Egît jî xwedî heman cesaretê bûn. Ciwan ji bo şoreş pêş bikeve, xwedî peywirek gelek girîngin." Aydogan, bi van gotinan axaftina xwe domand: "Heta Ocalan li Qada Deriyê Çiyê bi gel re neyê ba hev, dê têkoşîna me bidome. Em ê ji bo azadiya rêber hemû bi hevre bixebitin. Têkoşîna we jinên ciwan wê ji rêber re azadî û ji rojhilata navîn re jî aştî werîne. Tevgera me bi rûha, 'Me civantî destpê kir, em ê bi ciwantî biserkevin' dest bi têkoşînê kiriye. Em hemû zarokên vê rûhêne. Ez ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim."
‘Jinan girêdana xwe dane diyar kirin’
Parlamentera HDP’ê Ayla Akad, jî di konferansê de axaftinek kir û balkişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: "Rêber di sala 2013'an de pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Li hemberî vê dewletê jinên kurd kir hedef. Li Parîsê 3 jinên şoreşger li Parîsê hatin kuştin. Jin li herderê ji bo civakê bûne mînak. Em niha li vir dibêjin ku, jinên kurd girêdayî rêberê xwe ne. Civakekî ku rêberê wê azad nebe, ew civak jî azad nebe."
Ji jinên ciwan yên girtî peyama ji bo konferansê
Piştî axaftinan peyama jinên ciwan yên di girtîgehan de hat xwendin.
Peyamê wiha despêkir:
“Em konferansa we ya bi hatî pêşkêş kirina Şehîd Mava, Tolhildan, Slav û Berçem Amed gelek giring dibînin. Di heman demê de ev konferans li hemberî bişaftin, şidet û qirkirina siyasî bersivek mezine. Em dizanin ku tekoşîna bi Bêrînatan, Zîlanan despêkirî bi Arjînan, Evrîman, Sarayan, Tonahiyan berdewam dike û meşale derbazî destên bi hêz dike. Em bi giyana jinên ciwan ya 35’emîn salvegera xwe de bi hemû kelecan û hêza xwe berdewam dike hemû delegeyên konferansê ji nav dilekî germ silav dikin û em di wê baweriyê dene dê encamên giring jê derkevin.”
Piştî xwendina peyamê konferans ji çapemeniyê re girtî domand.
(zt)

