Ji bo rewestandina qirkirinên jinan Jineoloji… (BEŞA 1)
10:44
Asiye TEKİN - Mekiye GORENÇ/JINHA
QENDÎL – Xebatkara Komîteya Jinan ya Jineolojiyê Armanc Sarya diyar kir ku beşa jinan Jineolojî dibin pêşengiya tevgera jinên kurd de pêşket, lê niha bûye xebatek hevpar ya hemû jinan û got: “Jineolojî beşek hemû jinan digire nava xweye. Divê jineolojî qirkirinên jinan rawestîne, jinan bi rêxistin bike, çareseriyê bi afirîne û bi civakê re par bike. Xebatên me gelek bi hêz berdewam dike. Em yên ku dê vê xebatê de cîh digirin emê zêdetir xebata xwe berfireh bikin.”
Xebatkarên Komîteya Jinan ya Jineolojiyê Armaç Sarya û Sema Amed girêdayî beşa jinan jineolojî nirxandin kirin. Armanç da zanîn ku ev bi qasî 40 salane jinên kurd tekoşîna azadiyê didin meşandin. Armanç anî ziman ku tekoşîna jinên kurd hatiye astekê û wiha got: “Weke têgeh jineolojî Serokatî xist rojeva me. Wateya peyîvê bi xwe jî tê wateya beşa jinan. Beşa jinan di rastiya xwe de din ava xwe de gelek mijarên giring dihewîne.”
‘Dema nû ev beş derket holê girêdayî jinan tuştek nebû’
Armanç destnîşan kir ku pergala heyî jinan na pejirîne, paş de di avêje, tune dihesibîne, diavêje pîlana duyem, weke çîna duyem û din ava pîlana duyem de digirin û wiha domand: “Rastiya pergalek ya jinan weke cinsê duyemîn hesab dikin li ber çavane. Pergala kaputalîzmê xwe herî modêrn nîşan dide. Di aliyê zanistê de jî xwe weke pergala herî zanistî dide nîşandan. Lê zanistê çawan digirin dest mijara nirxandinêye. Di zanista heyî de jinên ku jiyanê civakî kirine, yên despêkê zanist derxistine holê, yên zanîn pîroz dîtine û kirine malê tevayî civakê tuştek nîne. Beşek girêdayî jinan bi navê Jinekolojî heye, lê ew jî jinan tenê di aliyê fîzîkî de digire dest û li ser nexweşiyên wan rasdiweste. Din ava wê de jî nêzîkatiyên weke ku jin nexweşin hene. Bê guman em dizanin ev nêzîkatiyane hemû bingehê xwe ji pergala baviksalarî digire. Bi salane di vî aliyî de nirxandin û dahorînên me hene.”
‘Jineolojî xalek ya derketinêye’
Armanç bilêv kir ku jineolojî din ava tekoşîna azadiya jinan de mijarek nûye û wiha berdewam kir: “Serokatiya me jineolojî xiste rojeva me. Jineolojî din ava tekoşîna azadiya jinan de îvmeyek qazanc kir. Ne di aliyê hiyerarşîk de di aliyê agahiyan de. Di dîrokê de jinên tekoşîna jinan guhastine hene. Lê rastiyek wiha heye. Çiqasî tekoşîn bê kirin dê her dem aliyên kêm û nerênî jî xwe li gel berdewamiya tekoşînê bidin jiyan kirin. Lê gelek qazancên giring jî bûn. Ji bo derbasbûna van hemû kêmaniyan jineolojî xalek ya derbaskirinêye. Em beşa jinan weke ku pergalê di dibistanan de hînî me kiriye nagirin dest. Em dijberî pozîtîvîzma hêzên deshilat derxistîn digirin dest. Em hemû nirxên cîvakî bi nêrîn û şîroveyên jinê digirin dest.”
‘Zanîna despêkê di van çiyayan de bi destê jinê despêkir’
Armanç derbirî ku ew weke tevgera jinan 4 salin ser jineolojiyê dixebitin û wiha pêdeçu: “Jineolojî xebatek ya tevgera jinê giring dibîneye. Ji ber wê jî bi sazîbûn bûye. Bi jineolojiyê pêvajoyek ya nirxandin û dahurînan despêkir. Jineolojî mijarek ya her kesê bi mereq û kelecan dest avêtiyê û li ser ramiyaye. Yekem car bi jineolojiyê re beşek zanistê ya jinan derket holê. Cihê despêkirina xebatê jî çiyabû. Zemînê çiyan jî zemînê herî guncawe. Ji ber zanista yekê jî li ser vê erdnîgariyê di van çiyayan de bi destê jinan despêkiriye. Cihê zanista jinan û xala derbaskirinê bûye çiya. Di aliyê manewî de jî ji bom e xwediyê giringiyekî cudaye. Xebatên me bil ez berdewam dikin. Di hemû akademiyan de waneyên jineolojiyê tên dayîn. Di akademiyan de gelek dîtin, nêrîn û pêşniyar tên kirin. Em di merheleya avakirina zamînê wêdenin. Ji bo em gelek tayîbetiyan şînber bikin xebatan didin meşandin.”
‘Armanca me jineolojî derbazî civakê kirine’
Armanç anî ziman ku ji dîrokê heta niha tekoşîna jinan mîrasek derxistiye holê û wiha got: “Mixabin gelek van xebatên wan di çavkaniyên nivîskî de cîh negirtine. Di nirxandinên cîhanî de jî ev wihaye. Ji ber wê jî em eser û belgeyên girêdayî jinan lêkolîn dikin. Di zanînên niha heyî de pirsgirêkek bi vî rengî heye. Parvekirinek civakî nîne. Civak nizane çî dibe. Lê me ev da diyarkirin; ji xwe jin endama sereke ya civakêye. Di beşa zanînê ya jinan de di her aliyî de civakê digire dest, çareserkirina pirsgirêkên civakî û tenê ne pirsgirêk nirxên ku civakê afirandine jî ji bo carekedinê bi civakê binin qazanc kirin her dem din ava parvekirinekê denin. Weke komîte hemû xebatên me kirine û berhemên me derxistine emê bi sazumaniya girşi ya rêxistinê re par bikin û nêrînan bigirin. Armanca me ya bingehîn jineolojî derbazî civakê kirine.”
‘Jineolojî têgiheke hemû jinan digire nava xwe’
Armanç diyar kir ku li Ewrupa û herêmê hinek xebatên jineolojî bi rêvebirine û wiha domand: “Li Ewrupayê konferansa jineolojiyê çêbû. Ev di aliyê civakîbûn û vebûnê de xalên giringin. Ji welatên cuda jin beşdarî konferansê bûn û nîqaşên giring kirin. Tekoşîna jinên kurd pêşengiya vê kiriye, lê jineolojî hemû jinan digire nava xwe. Têgeheke hemû jinan di hindirê xwe de dihewîne. Dibe k udi vî aliyî de rexne hebin û hinek kesîm ne pejirînin jî. Ji ber em di pêvajoyek ya ji nirxandinan re vekirî denin. Tu carî nêzîkatiyên teng çênebûne. Ev tuştek girêdayî dîroka me ya tekoşînêye. Li gel vê jî me ji jinên xebatên akademîk bi rêve dibin nêrîn girtin. Gelek jinên giringî û wate didinê hene. Cudabûyîn giringe. Jineolojî herêmeke ku hemû jin dikarin xwe di navê de bibînin.”
‘Armanca bingehîn dê guherîn û veguherîn çêbibin’
Armanç da zanîn k udi cîhanê de gelek pirsgirêk hene û ev pirsgirêk tenê ne girêdayî erdnîgariyekê yan jî welatekêne. Armanç destnîşan kir ku divê li hemberî pirsgirêkên heyî jin xwe perwerde bikin. Armanç anî ziman ku pêdiviya jinan bi guherîn û veguherînek hişmedî heye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Armancek ya bingehîn ya jineolojiyê guherîn û li xwe vegerîna jinêye. Dê jineolojî li hemberî hişmendiya serdestiya mêran rêyên çareseriyê avabike. Armanca bingehîn ya yekem jin bi xweye. Dê despêkê jin li xwe vegere û xwe bi guherîne, wê demê mêr jî neçare beşdarî vê xwe vegerê û guherînê bibe. Gelek xalên di civakê de pêdivî bi guherînê hene. Mijara herî em pêre rubiru dibin qirkirinên jinanin. Divê êdî kes ji vê re çavê xwe negire. Her roj jin tên qetilkirin. Ev ne cînayetin hinek polîtîkayên pergalê pêşxistîne.”
‘Îddiaya me gelek mezine’
Armanç bilêv kir ku komkujiyên jinan tenê ne li ser erdnîgariyekê yan jî welatekê tê kirin. Girêdayî van xalan di dawiyê de Armanç wiha got:
“Em dibînin li her aliyê cîhanê jin tên qetilkirin, tazcîz kirin, tecawî kirin û bi awayî herî wehşî şidet ser wan tê sepandin. Ev pirsgirêkên giringin. Em dibînin ku çawan wijdanê civakê jî marjînal kirine. Pergal weke cînayet bin av dike. Cîneyet bûyereke lê eva her roj jin dijîn qirkirineke. Mînak li navendên cuda yên Tirkiyê qirkirinên jinan tên jiyîn. Bertekên civakî jî li hemberî van mijaran pir bi hêz nîne. Bûyerên jin jiyan dikin tên dest girtin. Lê rewş hatiye xalek çiqas netirsîdar li holêye. Ji ber vê jî jineolojî xalek ya xilasiyêye. Rawestandina qirkirinên jinan, rêxistin kirina jinan, çareserî danîn û ev bi civakê re par kirin karê jineolojiyê ye. Di vana liyan de xebat, çavdêrî û armancên me hene. Îdiaya me gelek mezine. Her kes bi baldarî nêzî mijarê dibin ev jî moral û hêzê dide me. Em li vêderê komîteyek ji 15 kesan pêktên. Lê ev mijar tenê bi me re sînordar nîne. Di pêşerojê de ji bo pîlankirin û rêxistinkirina xebatan pirjeyên me hene. Xebatên me bil ez berdewam dikin û dê zêdetir di rewşa mayînde de bên amadekirin. Em yên k udi nava vê xebatê de cîh digirin jî hewil didin xebata xwe berfireh bikin.”
(zt)

