Vexwendina Mitînga ‘Azadî û Çareseriyê’

14:15

JINHA


AMED – Ji aliyê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê ve bi boneya tevlîbûna mitînga “Azadî û Çareseriyê” ya ku ji aliyê DOKH’ê ve dê li Amedê bê li darxistin belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûnê li welatiyan hat kirin.


Ji aliyê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê ve bi boneya tevlîbûna mitînga “Azadî û Çareseriyê” ya ku ji aliyê DOKH’ê ve dê li Amedê bê li darxistin belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûnê li welatiyan hat kirin. Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firad Anli, Hevşaredarên BDP’ê yên Surê Fatma Şik Barut û Seyîd Narîn, rêxistina BDP’ê ya navçeya Surê û endmanên Meclisa Şaredariyê yên BDP’ê jî di navê de li esnafên û welatiyên Deriyê Çiyê û Balikçîlerbaşiyê belavokên destan belav kirin û welatî vexwendin mitîngê.


 (zt)