Girtiyên jin ên li Amedê: Em li ber tuwaletan tên razandin!

13:40

 


Nuran AKTAŞ- JINHA


AMED - Girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ne, di nameya ku nivîsîne de, pirsgirêkên ku dijîn, tînin ziman. Girtî, radigihînin ku bi girtinên zêde bûne re, di girtîgehê de pirsgirêka cih dijîn û diyar dikin ku di qawîşên 13 kesî de 41, yên 8 kesî de jî 26 kes dimînin. Girtî dibêjin ku ji ber cihê wan teng e, ji neçarî li ber banyo û tuwaletan radizên û destnîşan dikin ku ev jî dibe sedema gelek nexweşînan. Girtî didin zanîn ku hevdîtinên wan ên bi rêveberiyê re kirine jî, bê encam mane.


 Di demên dawî ku girtin zêde bûne de, li girtîgehan pirsgirêka cih bi awayekî cidî xwe nîşan dide. Girtiyên jin ên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ne, di nameya ku nivîsîne de, pirsgirêkên ku dijîn, tînin ziman. Girtiyên jin, pirsgirêkên ku bi zêdebûna girtinan re zêde bûne ragihandin. Girtiyên jin diyar dikin ku nivînên wan têr nakin, ji ber vê yekê jî, 3 kes di nav nivînek de radizên. Girtiyên jin dibêjin ku nivînên wan têra wan nakin, ew jî li ber banyo û tuwaletan dimînin. Girtiyên jin destnîşan dikin ku ev jî dibe sedema gelek nexweşînan. Her wiha girtiyên jin didin zanîn ku girtiyên nexweş û yên ne nexweş li ba hev dimînin, ev jî dibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê. Girtiyên jin radigihînin ku ji ber pirsgirêkên dijîn, ên wekî xwarin, starbûn, tenduristî û avê, di nav tengasiyeke mezin de ne. Girtiyên jin radigihînin ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin çêkirine, lê li ber çav nehatine girtin.


‘Her niheqiyek li wan hatiye kirin her wekî li me jî hatibe kirin’


Herdem Kizilkaya, yek ji van girtiyên siyasî yên jin ên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Besna Kizilkaya ku dayîka Herdem e, diyar dike ku pirsgirêkên wekî tenduristî, xwarin, starbûn û avê yên li girtîgehê, her ku diçe zêde dibin. Dayîka Besna dibêje ku tenê daxwazek wê heye, ew jî bidawîbûna van pirsgirêkan e. Dayîka Besna tîne ziman ku wekî dilê dayîkan baristan nade ku zarokên wan di girtîgehê de rastî îşkence û destdirêjiyan bên. Dayîka Besna dibêje “Jixwe van cezayan ji bo zarokên me rewa dibînin. Bi ser de jî van niheqiyan dikin, em vêya qebûl nakin. Dewlet mecbûr e ku her kesê/a girtiye, baş xwedî bike.” Dayîka Besna, tîne ziman ku hemû îşkence û zilma li zarokên wan tê kirin, her wekî li wan hatiye kirin di dilê xwe de hîs dikin. Dayîka Besna destnîşan dike ku pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa E diqewimin, divê tavilê bên çareserkirin û karê sewqê demek ji ya din zûtir bê kirin.


‘Nikarin nefes jî bistînin’


Parêzer Reyhan Yalçindag jî bi bîr dixe ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de tên meşandin de hejmara girtiyan gelek zêde bûne. Reyhan diyar dike ku yek ji van girtîgehan jî, Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye. Reyhan dide zanîn ku ev 3 sal in pirsgirêka cî heye, ji bo çareserkirina vêya girtî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin çêdikin, lê hemû jî bê encam dimînin. Reyhan radigihîne ku di qawîşên 13 kesî de 41 kes, yên 8 kesî de 26 kes dimînin û dibêje ku “Hemû jin neçar in nivînê xwe parve bikin. Di du qawîşên cuda yên ku girtiyên jin ên siyasî dimînin de, ji ber ku ciyê wan tune, jin ji neçariyê, li erdê, li ser betaniyan, heta li ser maseyên metbexê jî radizên.”  Reyhan destnîşan dike ku li girtîgehan 444 zarok bi  dayîkên xwe re girtî ne, pirsgirêka cî, tesîrên nebaş li zarokan jî dike. Reyhan, radigihîne ku girtiyên jin li ciyên ku tê de ne, di aliyê nefes girtinê de jî zehmetî dikşînin. Reyhan, destnîşan dike ku mafên girtiyan, ên wekî tenduristî, xwarin, starbûn û ragihandinê, her tim tên binpêkirin.


‘Mafê wan jî heye ku rojên xwe yên dawî bi hezkiriyên xwe re derbas bikin!’


Reyhan balê dikşîne ku standartên girtîgehan ên Neteweyên Yekbûyî yên di hêla navnetewî de wekî pîvan tên dîtin, li Tirkiyê li ber çav nayên girtin. Reyhan, diyar dike ku “Ji aliyê statukoya siyasî ve Wezareta Dadê, her tim rêziknameyên nû derdixe. Ev rêzikname, her tim li girtîgehan girtiyan ji derve dûr dixe, zext li wan dike, têkiliya wan a bi cîhanê re dibire, li hundir mercên tenduristiyê xerab dike. Ev hemû, pêkanînên li derveyê mafên mirovan û rûmeta mirovan in.” Reyhan destnîşan dike ku mafên girtiyan tenê bi awayê nivîskî hene û dibêje “Dema hûn muxalif bin, sekneke we ya polîtîk hebe, hûn di girtîgehê de bin, hûn rastî pêkanînên bi her awayî, yên li dijî we, tên. Di aliyê qanûnan de jî hûn  rastî cudaxwaziyan tên.” Reyhan, dema ku sersariya li hemberî girtîgehan rexne dike, bûyera li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku girtî ji ber xwarinê jehrî bûn jî bi bîr dixe. Reyhan destnîşan dike ku xetayên bi vî awayî biçûk tên nîşandan, dibin sedema mirina mirovan jî.


‘Heta pirsgirêk çareser nebin em dev jê bernadin’


Reyhan der barê çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan diqewimin de, tîne ziman ku destpêkê, divê di şûna tedbîra girtin-parastinê de, serî li tedbîrên cuda yên kontrola edlî bê dayîn. Reyhan wiha didomîne:


“Dewleta serdest, di bin navê ewlehiyê de, di bêçareseriya pirsgirêka kurd de îsrar dike. Ev hemû pirsgirêk, encama vê yekê ne. Ger ku wiha berdewam bike, Tirkiye dê bi avakirina girtîgehên nû pesnê xwe bide. Her wiha em dizanin ku jin, rastî pêkanîna cudaxwaziya piralî tên. Em wekî kesên ku mafên mirovan diparêzin, em ê prosedurên heyî bikar bînin. Heta ku mirov di mercên mirovane de bijîn û dawiyê azad bibin, em ê vana bişopînin, em ê dev jê bernedin.”


(xo)